AZÎZ ORUÇ
WAN (DÎHA) - Çalakiya konê berxwedanê ku li herema Xumara navçeya Şaxê li hemberî çêkirina qeleqol-qereqol û bendavan hatibû vedan, di 16'emîn roja xwe de bi coş didome.
Li herema Xumarê ya li ser navçeya Şaxa Wanê, di 3'ê hezîranê de bi boneya şermezarkirina çêkirina qeleqol-qereqol û bendavan çalakiya konê berxwedanê hatibû destpê kirin. Berxwedana gel li vir di 16'emîn roja xwe de didome. Li kon, alên PKK'ê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Ramazan Baranê li Licê hate qetilkirin hatin daliqandin. Li gel van gelek pankart jî li kon hatine daliqandin. Di çalakiyê de welatî her tim bi avayekî çalak di nava jiyanê de ne. Aliyekê pêdiviyên xwe pêk tînin, aliyê din jî ji bo ewlehiyê her tim di nobetê de ne. Pêdiviya avê jî welatî bi xortoman ji çemê Şaxê pêk tînin. Çalakgerên kon ji bo karê rojane jî di navbera xwe de kar parve dikin û wisa dest bi rojê dikin.
Çalakî her roj bi tevlibûnên nû jî berfireh dibe. Tililiyên jinan, tevli sloganên “Bijî Serok Apo” û “Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan” li qontarê Çiyayên Turreşanê deng vedidin. Di nîqaşên siyasî yên di nava gund de tên kirin jî mijara sereke êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ne. Çalakger xwarina xwe jî li ser kuçikan çêdikin. Behîce Erbaga ku li ser kuçik xwarinê çêdike, diyar kir ku tehma çêkirina xwarinê li ser van kuçikan cudatire û balkişand jiyana komunal ya di nava kon de.
Piştî xwarinê vê car jî li ser mijara "Jînelojiyê" nîqaş tên meşandin. Di van nîqaşên ku jin didin meşandin de, pirejin jî tevli nîqaşê dibin. Pirejinek hêstên xwe wiha tîne ziman: "Me êdî baş zaniye ku heta jin azad nebe, civak jî azad nabe. Ev yek serok Apo da nîşanê me. Berê jin dû zilaman diçun, niha zilam li du jinan diçin. Di berxwedanê jî ne zilam, jin pêşengiyê dikin.
Di vê navberê de çalakgerên ku ji bo ewlehiya kon nobetê digirin diyar kirin ku li gorî daxuyaniya KCK'ê ew nobetê digirin û li hemberî hemû êrîşan jî ew amadene ku xwe biparêzin. Di konan de jiyan piştî van nîqaşan bi xewê bidawî dibe.
(lg)