5 deqîqe xwendin

"Berxwedana Kobanê ji dijminên re bû ders ji dostên re bû hêvî"

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ÎSMAÎL ESKÎN

KOBANÊ (DÎHA) - Ji fermandarên qada Kantona Kobanê yê YPG'ê Nuhîllat Kobanê, diyar kir ku li Kobanê gel û YPG'ê bi hev re têkoşîn bilind kir û bi saya berxwedanê çete negihiştin armanca xwe. Kobanê, anî ziman ku divê peyama YPG'ê dayî baş bê xwendin û wiha got: "Em wan puşman bikin êrîş li axa me kirin. Çete darbeyên li vir girtin tu caran ji bîrnakin. Berxwedana me ya li Kobanê ji dijminên me re bû ders ji dostên me re jî bû hêvî."

Berxwedana topyekûn a li Kantona Kobanê ya Rojava ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berdewam dike. Hêzên YGP û YPJ'ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê nobetên xwe yên li çeperan de didomînin. Ji fermandarên qada Kantona Kobanê yê YPG'ê Nuhîllat Kobanê hamleya "Tolhildana Şehîdên Kobanê" ji DÎHA'yê re nirxand. Kobanê, saleke Kantona Kobanê di çemberê de tê girtin û sê aliyên kantonê ji aliyê nîjadperestên ereb û leşkerên tirk ve hatiye girtin. Kobanê, anî ziman ku armanca çemberê gelê Kobanê tenê hiştin e û wiha got: "Qutkirina ceyran, avê, girtina rê û qetilkirina mirovan bi armanca gel teslîm bigirin e. Hewildan ku gelê Kobanê koçber bikin. Dixwastin li ser gel tirsekê biafirînin."

'Hemû çekên xwe yên giran li Kobanê bikaranîn'

Kobanê, anî ziman ku di 2'yê tîrmehê de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş li Kobanê kirin û êrîş ewil li gundê Zor Mêxar destpêkirin. Kobanê, balkişand ser êrîşên li wir dest pê kirin û wiha axivî: "Ev herêmê li ber Çemê Firatê ye. Cihê kurd û ereb bi hev re dijîn e. Armanca wan ew bû ku cihên stratejîk girtin bû û bi vê yekê Kobanê dest xistin bû. Gelek caran êrîş kirin tevgera 'şikandinê' dan destpêkirin. Di 2'yê tîrmehê de nava rojê êrîş kirin" Kobanê, da zanîn ku di êrîşa ewil de bi hezaran çete li cem hev û bûn û YPG'ê darbeyên mezin li çeteyan xistin û di êrîşa ewil de windayên YPG û YPJ'ê jî çêbûn. Kobanê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên rojên ewil wisa vegotin: "Bi çekên giran êrîş kirin. Bi Obus, havan, doçka tangan hatin. Hemû çekên di destê wan de bikaranîn. Hêzên destûr dan çete bikevin Musilê bi hemû çekên giran ên li wir girtin li Kobanê bikaranîn. Piştî êrîşan xwestin bi dizî bikevin kantonê. Bi vê yekê li gundê Zor Mêxar pevçûnên gelek dijwar dest pê kirin. 3 rojan pevçûn berdewam kirin."

'Xwestin şerê kurd û ereban derbixin'

Kobanê, destnîşan kir ku hêzên YPG û YPJ'ê hinek gund vala kirin û ev weke hamleyek stratejîk bû ev yek bi awayeke kodîneyî dan meşandin. Kobanê, diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê xwestin di navbera gelê ereb û kurd de dijminahiyê derbixe û çeteyan pere li ereban belav kirin û tînan şer û wiha pê de çû: "Tişta herî zêde em jê ditirsiyan derketina şerê ereb û kurd bû. Gelê kurd û ereb li Kobanê bi hev re dijîn. Êdî bibûn xizmên hev. Em dixwazin vê yekê biparêzin."

'Berxwedana Kobanê ji dijminên me re bû ders û ji dostên me re jî bo hêvî'

Kobanê, anî ziman ku di berxwedana Kobanê de gel û hêzên YPG'ê bi hev re tevgeriyan û di encama vê yekê de êrîş hatin şikandin. Kobanê, da zanîn ku hêzên YPG'ê li hemberî êrîşên çeteyan ji pozîsyona parastinê derketin û dest bi pozîsyona êrîşê kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelê Kobanê û hêzên YPG'ê li herêmê ji bo ewlehiya gel kedek gelek mezin da û didin. Ev yek tenê ji bo gelê kurd na ji bo hemû gelan dikin. Em dê li her cihê çete lê êrîşê li wan bikin. Em soza tolhildanê da. Soza YPG û YPJ'ê ya tolhildanê dê ji bo çeteyên DAIŞ'ê bibe ders. Hemû kesên dijminahiya kurd dibînin dê şerê me yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bibînin. Berxwedana me ya li Kobanê ji dijminên me re bû ders ji bo dostên me jî bû hêvî. Belaya çeteyên DAIŞ'ê dê li Tirkiyeyê jî bibe bela. Bila vê yekê jî bîrnekin."

'Kobanê dê ji DAIŞ'ê re bibe gor'

Kobanê, bilêv kir ku êrîşên çeteyên DAŞI'ê dem dem li hemberî Kobanê zêde dibin û divê peyama YPG'ê ya dayî baş bê fêmkirin û teqez paşve gav naavêjin. Kobanê, da zanîn ku ew dê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku wan êrîş li axa me kirin em dê wan puşman bikin. Kobanê dê ji çeteyên DAIŞ'ê re bibe gor. Çete darbeyên li vir girtin tu caran ji bîrnakin. Me gelek bedal dan û hêj didin. Lê çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê pêşnakevin."

(bd)