RIHA/ANF 19.07.2014 08:52:33
Bi wesîleya şoreşa Rojava wê pîrozbahî li konên berxwedanê yên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê hatin vedan bê lidarxistin. Ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran welatî tên qadê.
Bi wesîleya pîrozbahiyên salvegera şoreşa Rojava li konên berxwedanê yên li nêzî gundê Ziyaret û Zehrî yên Bêrecûkê ji Amed, Şirnex, Edene û Mersînê girseyên destpêkê hatin qada pîrozbahiyê. Berxwedêrên kon ku bi berbangê re şiyar bûn, dest bi xebatên paqijiyê kirin û amadekariya pîrozbahiyê dikin.
Di pîrozbahiyê de li gel muzîkê, der barê şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyan de dê axaftin bên kirin. Tê payîn danê êvarî jî bi fîşekên hewayî pîrozbahî bidome. Hat gotin ku di pîrozbahiyê de wê meşeke mezin ber bi sînor ve bê kirin, bes ev mijar hê zelal nebûye. Amadekariyên pîrozbahiyê ku didomin jinên ji Şirnexê hatine di vê kêliyê de klaman dibêjin û govend girêdane. Ciwan jî li girê li ser qadê hakim bi alên YPG, HPG, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana Kobanê û şoreşa Rojava silav dikin, dirûşmayan qîr dikin.
Hat ragihandin ku wê hevşaredarên herêmê yên DBP’ê, parlamenter û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl jî tevlî pîrozbahiyê bibin.