EDENE 16.06.2014 08:47:57
Cenazeyê Îbrahîm Aras ê 15 salî, ku li Edeneyê bi bombeya deng yan jî gazê ya polîsan a li serê wî ket jiyana xwe ji dest da, wê îro were veşartin.
Piştî cenazeyê hat wergirtin wê bibin mala wî û dûre li Goristana Yeşîlovayê bê veşartin.
Serokê ÎHD Şaxê Edeneyê Îlhan Ongor da xuyakirin ku ew yek ji kesên destpêkê heman piştî bûyerê Aras dîtiye û got, "Li erdê dirêjkirîbû, bi betaniyê ser wî hatibû nixumandin. Dema min betanî rakir, dîmenê min dît gelekî giran bû. Nîvê serê wî tinebû."
Parêzer Ongor çavdêriya parêzerên ketin otopsiyê ragihand û got, "Ji cihekî nêz, bi cîsmekî ku ya bombeya gazê ya yan jî ya deng e, li serê wî ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Lê belê cîsmê ku pê hatiye kuştin, wê bi rapora otopsiyê diyar bibe."
Parêzer Ongor diyar kir ku piştî bi malbatê re hevdîtin kir ewê serî li dozgeriyê bidin û anî ziman ku gelek kesan bûyer dîtine û divê dîmenên kamera yên li kolanê jî ji aliyê dozgeriyê ve werin parastin.
Serokê ÎHD'ê Şaxê Edeneyê Ongor da zanîn ku wan bi şahidan re dest bi hevdîtinê kirine û wê di nava çend rojan de rapora li ser bûyerê amade bikin.