Ji bo pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran kesên li Xalfetî hatin gel hev ji serê sibehê ve ber bi Amara ve ketin rê
RIHA - ANF
Bi deh hezaran kesên ji bo pîrozkirina 66. salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî pîrozbahiyên li vir bûn. Di pîrozbahiyên ku heta derengiya şevê dewam kirin, ber bi danê sibehê ve bi hezaran kes bi meş ber bi Amara ve ketin rê.
Tevî barana zêde û hewaya mij meşa deh hezaran a ber bi Amara ve didome. Li avahiyeke di ketina gundê Amara de wêneyekê mezin ê Ocalan hatiye daliqandin li ser banê xaniyên gund jî alên PKK, YPG,YPJ’ê hatine daliqandin.
Çavlirê ye di saetên pêş de pîrozbahiyên li Amara destpê bikin.