6 deqîqe xwendin

‘Bi van madeyan pêvajoya çareseriyê dê pêş bikeve’

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

SÎNAN TUNÇDEMÎR

STENBOL (DÎHA) – Dîrektorê Navenda Polîtîyan a Stenbolê û Endamê Heyeta Aqilmendan Prof. Dr. Fuat Keyman ê 10 madeyên muzakereyan a ku ji aliyê Rêbeê PKK’ê ve hate diyarkirin û ji aliyê Heyeta Îmraliyê û rayedarên hikûmetê ve bi daxuyaniyeke hevpar hate parvekirin de nirxandina “ Xwecihîbûn, rêveberina Tirkiyeyê bi awayeke baş, rêveberina adilane û di heman demê de ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê hemayeke girîng e. Bi vê paketê ve pêvajoya çareseriyê dê pêşkeve û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêşiya bendbendîbûna civakê bê girtin” kir.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka kir 10 madeyên ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatin diyarkirin û rojên bor îli Qesra Dolmabahçeyê ji aliyê Heyeta Îmraliyê û rayedarên hikûmetê ve bi daxuyaniyeke hevpar ji raya giştî re hate parvekirin tê nîqaşkirin. Di daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê gelek rêxistinên sivîl û nivîskaran ve hate kirin de wekî “daxuyaniyeke dîrokî” hate binavkirin û 10 madeyên hatin aşkerakirin jî wekî “ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê reçete” hate pênasekirin. Dîrektorê Navenda Polîtîyan a Stenbolê (ÎPM) û Endamê Heyeta Aqilmendan Prof. Dr. Fuat Keyman jî diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de yekem car hikûmetek û aktorên pirsgirêka kurd temsîl dikin daxuyaniyeke hevpar dan û ev girîng e ji ber vê yekê jî daxuyaniya hevpar dîrokî ye, madeyên hatine diyarkirin jî ji bo Tirkiyey demokratîk bibe pêşniyarên şenber in.

Made şenber in

Keyman bilêv kir ku daxuyanî netenê ji bo pêvajoya çareseriyê di pêkanîna aştiyê de jî girîng e û wiha berdewam kir: “Wekî ku Ocalan anî ziman em rojekî stratejîn û dîrokî jiyan.” Keyman da zanîn ku divê ev 10 madeyên ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatine diyarkirin wekî razber in neyê fêmkirin têkîldarî madeya yekemîn a “naveroka siyaseta demokratîk nirxandina “Wekî ku razber in tê jiyankirin lê di esasê xwe de ji bo siyaseta demokratîk made hene. Dema ku mirov li madeyan dinêre kêmkirina benda hilbijartinê ya ji sedî 10, ji holê rakirina astengiyên li hemberî tevlibûna siyasetê, di têkîliyên navbera nasname û siyasetê de bêhtir tevlibûn çêbibe; ev yek hemû ji bo demokrasiyê pêş ve bibe hem jî ne tenê ji bo pirsgirêka kurd ji bo siyaset feraseteke çawa bişopîne jî pêşniyaran tîne” kir. Keyman anî ziman ku heke di pêvajoya aştiyê de derbasbûna bêçekbûn û siyaseta demokratîk hebe divê li gorî feraseta siyasetê ya kut ê ser ziman nêzîkatî çêbibe û wiha berdewam kir: “Benda ji sedî 10, pirsgirêkên temsîlê, pirsgirêkên wekî paketa ewlehiyê ji holê bên rakirin, tê wateya ku bêhtir muzakere bê esasgirtin çûyîna ber bi fereseta siyasetê divê. Ji berk u di paketê de referansên şenber hene.”

‘Tenê ji bo herêmêk nîne’

Keyman derbarê madeyeke din a paketê “Pênasekirina aliyên herêmî û neteweyî ya çareseriya demokratîk” de jî ev nirxandin kir: “Di vê madeyê de xweseriya demokratîk dikare bê bikaranîn. Xweseriya demokratîk ji aliyê kurdan ve tê bikaranîn. Dema kut ê bikaranîn jî bi awayeke cuda tê bikaranîn. Bikaranînê nerm û hişt hene. Ji aliyê aktorên kurd ve tenê ji bo heremekî na ji bo bajarên cuda yên Tirkiyeyê ji bo xurtikirina rêveberiyên herêmî tê bikaranîn. Mînak ji bo herêma Egeyê, ji bo herêma Trakyayê û ji bo pirsgirêkên li herêmên din tên jiyîn ev made referans tê nîşandan. Dema ku em li ser esasê bajarê bifikirin jî di 25-26 bajaran de girêdayî bajaran wekî xurtikirina ‘ademî merkezîbûnê’ tê dîtin. Ez ji bo vê bikaranîna nerm dibêjim. Lê dixwaze bila hişk be dixwaze bila nerm be li gorî min li wir bikarneanîna xwesiriya demokratîk li şûna wê bikaranîne xwecihîbûnê di çarçoveya muzekareyan de girîng e.” Keyman got ku qebûlkirina vê gelekî girîng e.

Keyman ê madeya “Aliyên aborî û civakî ya pêvajoya çareseriyê” nirxand wiha berdewam kir: “Heke em derbasî bêçekbûn û siyaseta demokratîk bibin navê vî di lîteraturê de pişti pevçûnê derbasbûna pêvajoya înşayê ye. Em hemû dizanin ku bajarên ku pirsgirêka kurd tê jiyîn, di nava bajarên Tirkiyeyê yên bê jiyankirin de di rêza dawî de ne. Ji ber ku xizanî û betalî pirgsirêkên cidî ne. Ji ber vê yekê j îli her derên Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî û betaliyê hene lê dema em diçin wê herêmê em dibînin ku ev yek bêhtir tê jiyîn. Sewiyeya jiyanê, rê, xizmetên tenduristiyê, xizmetên perwerdehiyê ji b ovan hemûyan de tê gotin mirov dikare bijî. Mirov xizaniyê jî dijîn. Betaliyê dijîn, tên wêdetirkirin. Ji ber vê yekê jî pêşveçûn di aliyê aborî û civakî de madeyeke girîng e.”

Keyman têkîldarî madeya “Têkîliya siyaseta demokratîk bi dewlet û civakê û bi cihkirina vê” jî nirxand û wiha got: “ Ev made tenê ji bo komek an jî nasnameyeke nîne xîtabî hemû cudatiyan dike; cudatî, maf û azadiyan misoger dike, bi awayeke pirçandî têkîliya civak û dewletê ava dike.” Keyman bilêv kur ku bi pêvajoya çareseriyê de ji bo pêşketin çêbibe ev made gelekî girîng e û wiha got: “Ev made tê wateya azadiya kurd, elewî, yên nemisilman, jin, ciwan, hawirdorparêz û derûdorên cuda. Tê wateya têkîlay di navbera wan û dewletê de li ser esasê demokrasî û muzakereyê bi awayeke wekhev pêş bikeve. Tê wateya ku di têkîliyan de hemû beşên civakê di têkilêy dewletê de xwe wekhev hîb bikin.

Keyman di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ev paket nîşan dide ku em ketine riya nexşerêyeke ku vegera wî nîne û ev girîng e.”

(sa)