2 deqîqe xwendin

'Bila konteyneran ji êzdiyan re bişînin'

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

SELMAN ÇÎÇEK

WAN (DÎHA) - Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re welatiyên êzdî ku piştî êrîşa DAIŞ'ê Şengal vala kirin û koçber bûn di nava şert mercên pir xerab de dijîn. Koordînasyona Piştevaniya Gelê Êzdî ya Wanê xwest konteynerên ku li Wanê ji dervî armanca wan tên bikaranîn ji gelê Wanê re bên şandin.

Piştî erîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê bi sed hezaran Şengalî yên êzdî warê xwe terk kirin û koçber bûn. Bi deh hezaran êzdî li gelek bajarên Kurdistanê belav bûn. Niha bi hezaran welatiyên êzdî bê cih û war perîşan bûne. Pişti vê koçberiya mezin kurdan ji bo gelê êzdî dest bi alîkarî û piştevaniyê kir. Bi nezîkbûna demsala zivistanê welatiyên êzdi ku ji cih û warê xwe bûne di fikara starê dene. Koordînasyona Piştevaniya Gelê Êzdî ya Wanê, xwest konteynerên ku li Wanê ji dervî armanca wan tên bikaranîn ji gelê Wanê re bên şandin. Koordînasyonê diyar kir ku di 23'ê cotmehê û 9'ê mijdara 2011'an de li Wanê 2 erdhejên mezin pêk hatibûn û ji ber vê erdhejê bi hezaran xanî hilweşiya bûn. Koordînasyonê destnîşan kir ku piştî erdhejê AFAD'e û gelek welatên cîhanê ji bo alîkariyê konteyner şandibûn û wiha hat gotin: "Piştî 3 salan gelê wanê dîsa xaniyên xwe ava kirin û ji konteynera derketin. Ev konteynerên ku vala bûn, niha li dervê armancê tê bikaranîn. Bi sedan konteynerên hatine valakirin wekî depo tên bikaranîn û vala ne. Niha li Baxçeyê Şanoya Dewletê 5 konteynerên vala hene. Li Midûriyeta Polîsan a Îpekyolu 2 konteyner, li A.Ş. a Elektirikê ya Wanê 1 konteyner li derve armancê tên bikaranîn."

Koordinasyonê ji bo van konteyneran seri li AFAD û Walîtiya Wanê da û xwest ev konteynerên vala ji êzdiyan re bê şandin. Endamên Koordinasyonê herî dawî bi cîgirê Waliyê Wanê Aydın Nezih Dogan re hevdîtin kir û daxwazên xwe bi fermî pêşkêş kir.

(mae/wk)