8 deqîqe xwendin

‘Bila çete hêza me neceribînin’

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ANHA / EFRÎN – Fermandarê Yekîneyê Parastin Gel (YPG) ê Herêma Kobanê Mehmûd Berxwedan diyar kir ku komên çete dema biryara êrîşa Kobanê dane şaştiyeke mezin kirine û Kobanê dê bibe goristana çeteyan. Berxwedan got ku hê jî hêza xwe ya rast bi kar neanîne. Berxwedan her wiha bang li partiyên ENKS’ê kir ku tiştekî bêtirî rûniştina malê û derxistina daxuyaniyan pêşkêş bikin û bila tenê bi axafinan bes nekin û ji bo parastina Kobanê bi awayekî piratîk tevbigerin. Berxwedan têkoşîna gelê Kobanê li dijî çeteyan silav kir.

Fermandarê Yekîneyê Parastin Gel (YPG) ê Herêma Kobanê Mehmûd Berxwedan di bernameyekî taybet li ser pêlên radiyo Efrîn FM de diyar kir ku pevçûnên di navbera welatiyên Kobanê, YPG/YPJ’ê û çeteyên girêdayî DAIŞ’ê de rû didin, serkeftina gel misoger e. Berxwedan got ku dema çeteyan biryara êrîşa Kobanê dane şaştiyeke mezin kirine û herêma Kobanê dê bibe goristana çeteyan. Berxwedan her wiha bang li partiyên ENKS’ê kir ku tiştekî bêtirî rûniştina malê û derxistina daxuyaniyan pêşkêş bikin û bila tenê bi axafinan bes nekin û ji bo parastina Kobanê bi awayekî piratîk tevbigerin. Berxwedan têkoşîna gelê Kobanê li dijî çeteyan silav kir.

Berxwedan di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di destpêkê de em Newroza 2014’an li hemû gelê Efrînê ku ev çend sal in li dijî hemû pilanên hêzên tarî û komên çete têdikoşe pîroz dikin. Êrîşên çeteyan yekem car li dijî herêma Efrînê bûn dema êrîşî gundê Qestelê kirine û di wê demê de çeteyan xwestin ku bi dagirkirina herêma Efîrnê vîna gelê Kurd bişkînin, lê bi saya berxwedana gel û YPG’ê hemû pilanên wan vala hatin derxistin. Di van berxwedaniyên gundê Qestel Cindo, Şêrewa, Dêr Belût, Cindirêsê û Heleb de gelê kurdan gelek cangorî fedayî axa xwe kirin. Di dawiyê de vîna gel bi ser ket. Ji ber vê yekê çeteyan namliya çekên xwe berve herêma Kobanê kirin. Vê carê jî dixwazin vîna gelê Kurd bi dagirkirina Kobanê bişkînin.”

Derbarê êrîşên ku niha li dijî herêma Kobanê tên meşandin de Berxwedan wiha destnîşan kir: “Herêma Kobanê ji 19’ê tîmehê ve ji aliyê çeteyên ku li bajarê Girê Spî (Til Ebyedê) bi cih bûne de rastî êrîşan tê û bi taybet piştî ku êrîşên çeteyan li dijî herêmên Cizîr û Efrînê têk çûn. Çeteyan hemû hêza xwe ji Laziqiyê ,rojavayê bajarê Helebê, Reqa û Minbicê vekişandin û li nêzî herêma Kobanê komî ser hev kirin. Ev çeteyên li vir kom bûne 15 roj in bi awayekî hovane êrîşan ji gelek aliyan ve tînin ser herêma Kobanê. Şervanên me li hemberî êrîşên wan berxwedaneke bê hempa dane meşandin û bersiva êrîşkaran dan. Şervanên me li dijî êrîşên ji aliyê bajaroka Sirrînê ve hatine bi xwîna xwe efsaneyên dîrokî nivîsandin û bi sedan çete di van êrîşan de hatin kuştin. Di heman demê de çeteyan êrîşên xwe li aliyê rojhilat û bi taybet li aliyê gundê Kendal zêde kirin û ev alî ev 8 meh in pevçûn li vê deverê berdewam in. wekî ku hûn dizanin li vir jî şervanên me bi ser ketin û efsaneyên dîrokî bi xwîna xwe nivîsandin û dersek dane çeteyan ku ti carî ji bîr nekin.”

Derbarê ziyanên çeteyan de Berxwedan wiha anî ziman: “Derbarê ziyanên çeteyan de, êrîşkarên ku êrîşî gundê Kendal kirine ti kes ji wan xweş nema. Ji kuştiyên wan 60 cenaze di destê me de ne û gelek cenazeyên wan hê jî li devera şer li erdê ne. me gelek çek û çebilxaneyên wan destser kirin. Heman tişt li aliyê bajaroka Sirrînê ku bi sedan ji çeteyan hatin kuştin. Komên çete hê jî hewl didin di aliyên din re êrîş bikin lê rastî bersivdayîn şervanên me tên.”

Berxwedan di berdewama axaftina xwe de helwesta welatiyên herêmê ku piştgiriya hêzên YPG’ê kirine, silav kir û wiha dom kir: “Bi rastî ez berxwedana welatiyên herêma Kobanê ji 7 heta 70 saliyê bi jin û mêrên xwe ve silav dikim. Welatiyên Kobanê diyar kirin ku ti carî dest ji axa xwe bernadin û derfetê nadin çeteyan ku herêma wan qirêj bikin. Welatiyan bi pîremêr û jinên xwe ve çekên xwe rakirin û berê xwe dan eniyên şer û li ser bendên kontrolê nobedarî girtin. Welatiyên Kobanê diyar kirin ku ew bi axa xwe û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve gelekî girêdayî ne. Di berxwedana welatiyan de diyar e, ti kes nikare vîna gelê Kobanê bişkîne. Welatiyên Kobanê tevî hemû hovîtiya DAIŞ’ê ku bi çekên giran êrîşê dikir, ti carî ji mirinê netirsî û axa xwe ji qirêjiaya çeteyan parast.”

Berxwedan di riya pêlên radyoya Efrîn FM re bang li hemû ciwanan kir ku tevlî nava refên YPG’ê bibin û wiha got: “Ji ber ku dîrok li Kobanê xwe ji nû ve dinivîse, ez di riya radiyoya we Efrîn FM re bang li hemû ciwanên Rojava û bakurê Kurdistanê û yên derve dikim ku berê xwe bidin Kobanê û beşdarî berxwedana welatiyan û YPG/YPJ’ê bibin. Ti hêz yekîtî û vîna gelê Kurd bişkînin.”

Derbarê pilan û armancên komên çete ji van êrîşan Berxwedan diyar kir ku ew bi biryara êrîşa li dijî herêma Kobanê şaştiyeke mezin kirine û wiha da diyarkirin: “Armanca komên çete ji van êrîşan ew e ku siyasetên dewletên li pey wan li herêmê bidin meşandin, ew jî ew e ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji aliyên hemû pêkhateyên Rojava ve hatiye avakirin têk bibin. Êrîşa wan li dijî herêma Kobanê jî ew e ku navbera hersê kantonan bibirin. Wekî ku li herêmên Cizîrê û Efrînê têk çûn dê li Kobanê jî ji bingeh de têk biçin û Kobanê dê bibe goristana çeteyan. Careke din ez dibêjim hêzên tarî hesabên xwe şaş kirin dema ku biryar li dijî herêma Kobanê girtin û wekî ziyan li gundê Kendal û bajaroka Sirrîn dîtin, dê bi sedan windahiyên din bidin.”

Berxwedan, hêzên kurdî yên siyasî ku piştgiriya xwe dane berxwedana gelê Kobanê silav kir û bang li partiyên ENKS’ê kir ku di vê çarçoveyê de tevbigerin û wiha da xuyakirin: “Heta Niha me ti alîkarî ji ti aliyan nedîne, ji bilî partî û rêxistinên di bin saya rêveberiya xweseriya demokratîk de ku bi hemû hêza xwe alîkariya me dikin û gihîşeta asta ku hin Wezîrên vê rêveberiyê çekrakirin û berê xwe dan eniyên şer. Derbarê partiyên ENKS’ê me bi ti awayî alîkarî an jî piştgirî ji aliyê wan ve nedît. Derbarê daxuyaniyên ENKS’ê de em qebûl nakin ji ber ku ew di hundirê welat de ne û em bêtirî ku di malên xwe de rûnin û daxuyaniyan bidin dixwazin. Divê tiştekî pratîkî pêşkêşî gelê xwe bikin û Kobanê biparêzin.”

Berxwedan her wiha peyamek ji komên çete re şand û diyar kir ku wan li dijî çeteyan hê jî hêza xwe ya rast bi kar neanîne û wiha diyar kir: “Êrîşên komên çete yên li dijî Kobanê li dijî hemû gelê Kurd in. em wan hişiyar dikin ku em ê hêza xwe ya rast li dijî êrîşên wan bi kar bînin. Em ji wan re dibêjin ku bila hêza me neceribînin an jî dê rastî bersiva me ya hişk werin. Me ji sedî 5 ji hêza xwe li gundê Kendal bikar anî û me bi sedan ji çeteyan kuştin. Ji ber vê yekê em dîsa wan hişyar dikin ku bila me neçar nekin ku em hêza xwe ya rast bi kar bînin. Eger dixwazin li Sûriyê bimînin divê ti carî bi êrîşên li dijî kurdan nefikirin.”

Fermandarê Yekîneyê Parastin Gel (YPG) ê Herêma Kobanê Mehmûd Berxwedan di dawiya axaftina xwe de di riya radyoya Efrîn FM re ji gelê Kurd û hemû ciwanan re sand û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di dawiyê de ez gelê Kurd li herêma Efrînê silav dikim û berxwedana wan li hemberî çeteyan pîroz dikim. Ez ji wan re dibêjim ku pilanên li dijî herêma Efrînê hê jî berdewam in. ji ber vê yekê ez bang li hemûyan dikim ku cihê xwe di nava refên YPG/YPJ’ê de bigirin û ji bo parastina herêma xwe ji komên çete amade bin. Ez gelê Efrînê ku bi hemû şêwe û derfetên xwe piştgiriya herêma Kobanê dike, silav dikim.”

KENDAL WELAT

(jh)