2 deqîqe xwendin

Bêîteatî dest pê dike

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

AMED - BDP û KCD'ê daxuyand ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çalakiyên bêîteatiya sivîl didin destpêkirin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku ew dê sibê yekemîn çalakiya xwe li Amedê pêk bînin.

Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, têkildarî mijarê li Cemiyeta Rojnamegerên Başurê Rojava civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd êdî dê gel înîsiyatîfê bigire û daxuyand ku ew çalakiyên bêîteata sîvîl didin destpêkirin. Demîrtaş, da zanîn ku ew dê di çalakiyan de daxwaza 4 mafên bingehîn yên wekî "Perwerdehiya zimanê zikmakî", "Serbestberdana siyasetmedarên kurd", "Rawestandian operasyonên siyasî û leşkerî" û "Benda hilbijartinê ya ji sedî 10 bê rakirin" bikin û wiha got: "Em dê mafê xwe yê berxwedana demokratîk bikar bînin. Em dê çalakiyên xwe yên bêîteata sivîl pêk bînin."

Demîrtaş, da zanîn ku ew dê sibê yekemîn çalakiya xwe li Amedê pêk bînin.