"Hikumeta AKP'ê nikare muxatabên pirsgirîka kurd û pêvajoya çareseriyê diyar bike "
AMED (DÎHA) - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen derbarê nîqaşên muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd de peyamên zelal dan. Bîlgen diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hewl dide li ser navê gelê Kurd muxataban peyda bike û wiha axivî: "Herî dawî kê birêxistin be, kê herî zêde di nav civakê de rûmettir be û kê bêtir bedel dabe ew e bibe muxatabê pêvajoyê."
Hikumeta AKP'ê û Serokomar Erdogan piştî ku bi konsepta şerê taybet bersiva pêvajoya çareseriya demokratîk a ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin da, piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê niha jî bi nîqaşa "Ocalan, PKK û HDP êdî ne muxabat e" hewl dide li ser navê gelê Kurd ji xwe re muxataban peyda bike. Hin derdorên wek HAK-PAR, Hur Dava Partîsi, KADEP û Tevgera Azadî jî, li gor konsepta siyasi ya AKP'ê di demên dawî de bi daxuyaniyan aşkere kirin ew dikarin bibin muxatabê AKP'ê.
Berdevkê HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen diyar kir ku hikumeta AKP'ê nikare muxatabên pirsgirîka kurd û pêvajoya çareseriyê diyar bike û got hewldanên bi vî rengî li ser navê çareseriyê tiştek pêş naxe.
'Kes nikare li mala xwe muxataban biguherîne'
Bîlgen anî ziman ku pêvajoya ku li Rojava pêş dikeve, temsiliyeta HDP'ê ya di parlementoyê de û xurtbûna vîna gelê Kurd, nerehetî dide Enqereyê û wiha axivî: "Wekî encama qebûlnekirina HDP'ê û pêvajoyê, niha jî guhertina muxatabên pêvajoya çareseriyê û pirsgirîka kurd tê nîqaşkirin. Lê li ser masayê muxatab nayên guhartin. Kes nikare li mala xwe bêje ez êdî van qebûl nakim û bila filankes muxatab be. Bêguman çiqas aktorên cûda yên aşitiya civakê dixwazin tevlî pêvajoyê bibin, pêvajo xurttir dibe. Hêzên demokrasiyê yên Rojavayê Tirkiyeyê jî dive daxwazên xwe û rengê xwe bixin nav pêvajoyê. Muxatabên pêvajoyê her çiqas berfireh û zêde bin, dê pêvajo ewqas zûtir bigihêje çareseriyê."
'Muxatabên pêvajoyê guhartin xwe bi xwe xapandin e'
Bîlgen bi lêv kir ku dema dor tê çekan, muxatabê vê yekê yên xwedî çek in û wiha domand: "Guhartina muxatabên pêvajoyê xwe bi xwe xapandin e. Şeklê pêvajoyê guhartin, ji bilî dem windakirinê tu encam nade. Dixwazin bila makeqanûnê nîqaşbikin, dixwazin bila hêzên çekdarî tevlî siyasetê kirinê nîqaş bikin. Herî dawî kê herî zêde birêxistin be, kê herî zêde di nav civakê de rûmettir be û kê bêtir bedel dabe ew e bibe muxatabê pêvajoyê."
'Rêveberiya cewherî bingeha demokrasiyê ye'
Bîlgen pergala rêveberiya cewherî ku rastî êrîşên giran ên hikûmeta AKP'ê tê jî nirxand û wiha pê de çû: "Rêveberiya cewherî bingeha demokrasiyê ye. Rêveberiya cewherî demokrasi ye, demokrasî jî rêveberiya cewherî ye. Krîmînalîze kirina rêveberiya cewherî, Tirkiyeyê mehqûmî demokrasiya temsilî dike."
'Rêveberiya cewherî nebe, demokrasî ji tûne ye'
Bîlgen da zanîn ku hewldana rêveberiya cewherî, avakirina Tirkiyeya demokratîk e û axaftina wiha domand: "Bi avakirina rejîma demokratîk re, dê komara Tirkiyeyê jî demokratîk bibe. Nîqaşkirina vê yekê jî fêm nekirina pêvajoyê ye. Rêveberiya cewherî nebe, demokrasî ji tûne ye, demokrasî nebe yan pergala serokatî be yan jî pergala parlementeriyê be dê çi bibe. Cûdahiya me ji partiyên dijber jî ev e."
'Serokomar sînorên makeqanunê binpê dike'
Bîlgen, CHP'ê û MHP'ê ji ber bêdengiya derbarê pergala serokatiyê de rexne kir û wiha berdewam kir: "Dive bê zanîn ku mafê serokatî tê binpê kirin û mafên ji yê serokatiyê bêtir tê bikaranîn. CHP û MHP wekî tu pirsgirêk li holê tûne ye û bi tirs siyasetê dike. Serokomar sînorên makeqanunê binpê dike û mudaxaleya qada siyasî û çapemeniyê jî dike. Dive em li hemberê pergala serokatiyê baldar bin û di heman demê de dive em nekevîn nava parastina pergala berê."
(kom/sy)