2 deqîqe xwendin

Bûldan negot 'lihevkirin çêbûye'

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Nûçeya Milliyet’ê hat sererastkirin: Bûldan negot 'lihevkirin çêbûye'

ENQERE 08.05.2014 09:23:20 Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da xuyakirin ku berevajî nûçeya rojnameya Milliyetê wekîl Pervîn Bûldan negotiye ku di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hikûmetê de li ser du qanûnan li hev kirin çê bûye.

Di daxuyaniya ji aliyê HDP'ê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Di hejmara îro ya Rojnameya Milliyetê de, di destpêka nûçeya bi sernavê "Bi Îmraliyê re li ser du mijaran lihevkirin" de hatiye îddîakirin ku Cîgira Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Bûldan gotiye 'Di mijara Qanûna Rêveberiya Xweseriya Herêmî û Qanûna Civaka Sivîl a Demokratîk de bi hikûmetê re li hevkirin çê bûye.' Ev îddîa ne rast e. Mîna ku di dewama nûçeyê de jî tê dîtin ti daxuyaniyeke 'Bi hikûmetê re li hevkirin çê bûye' ya Bûldan nîne. Bûldan çavdêriyên xwe yên erênî yên li ser hevdîtinên navbera heyeta dewletê û Ocalan de li Îmraliyê tên kirin, bi raya giştî re parve kiriye."

Di nûçeya bi sernavê "Bi Îmraliyê li ser 2 mijaran lihevkirin" a rojnameya Milliyetê de hatibû îddîakirin Pervîn Bûldan gotiye, di mijara "Qanûna Rêeberiya Xweseriya Herêmî û Qanûan Civaka Sivîl a Demokratîk" de bi hikûmetê re lihevkirin çê bûye.