2 deqîqe xwendin

Ceza li zarokan barandin!

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Ji bo 25 zarokan 148 hezar û 500 TL cezaya pere û ji bo 4 zarokan jî 3 sal û 120 meh ceza hate dayîn

YASÎN KOBULAN

AMED (DÎHA) – Der barê 29 zarokên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de di doza ku bi îdiaya “zirar dane malên cemaweriyê” “îsyana girtiyan” hate vekirin de ji bo 25 zarokan 148 hezar û 500 TL cezaya pere û ji bo 4 zarokan jî 3 sal û 120 meh ceza hate dayîn.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di navbare zarokan de di 15’ê kanûna 2009’an de ji ber pevçûna derket hin zarok avêtin muşahedeyê û 29 zarokên ku ev yek şermezar kirin j îli ser giliya îdareya girtîgehê doz hate vekirin. Di îdianameya ji bo zarokan hate amadekirin de zarok bi îdiaya “zirar dane malên cemaweriyê” û “îsyana girtiyan” doz hate vekirin.

Di îdianameyê de hate gotin ku di bûyeran de 2.166.50 TL zirara madî hatiye tespîtkirin.

Piştî ku îdianama ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Zarokan ve hate qebûlkirin di 23’yê kanûna 2014’an de doz hate dîtin û danişîna biryarê de ji bo 25 zarokan bi îdiaya îsyanê 49 hezar û 500 TL cezaya pere û bi îdiaya zirar dane malên cemaweriyê jî 99 hezar TL ceza hate dayîn.

Ji bo zarokên bi navên M.Y., O.K., G.G. û T.G. jî salek û 40 roj cezaya girtîgehê bi îdiya zirar dane malên cemaweriyê jî 2 sal û 80 roj ceza hate dayîn.

Heyeta dadgehê ji bo lêçûnên dadgehê jî ji bo her zarokekî 289,00 TL ceza birîn. Lêçûnên dadgehê 8 hezar û 381 TL ye.

(sa)