1 deqîqe xwendin

Civîna Komê li Ber Girtîgehê ye

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Navenda Nûçeyan - Roja 30’ê Cotmehê ku ‘Roja berxwedana topyekun’ hatiye îlan kirin BDP dê civîna xwe ya komê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêk bîne.

BDP’ê ku roja 30’ê Cotmehê ‘Roja berxwedana topyekun’ îlan kiriye, ji bo piştgiriya bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li girtîgehên Tirk gihaye roja 48’an dê civîna xwe ya komê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêkbîne.

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş di hesaba xwe ya twitterê de ragihand ku, “Em dê civîna koma xwe di demjimêr 12.00’an li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêkbînîn.” Her wiha banga “Ji bo di hundir û derve de mirin çênebin, werin em ji bo rojekê jiyanê rawestînin.”