HAYRÎ DEMÎR
AMED (DÎHA) - Endamê Delegasyona Bakurê Kurdistanê ya Kongreya Neteweyî ya Kurd Îmam Taşçier diyar kir ku geşedanên dawî û êrîşên çeteyê DAÎŞ'ê nîşan daye ku civîna kongreyê pêwistiyek e, divê kurd li hember van êrîşan yekitiya xwe ava bikin û axa xwe biparêzin. Taşçier bang kir ku sekreteryaya Komîteya Amadekariyê ji nû ve bicive.
Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Musulê kir, careke din civîna Kongreya Neteweyî ya Kurd ket rojevê û ji bo kongreya bangewazî didomin. Çend roj berê Delegasyona Bakurê Kurdistanê ya Kongreya Neteweyî ya Kurd bang kir û endamê Delegasyona Bakurê Kurdistanê û Serokê Giştî yê DDKD Îmam Taşçier destnîşan kir ku piştî êrîşên çeteya DAÎŞ'ê deskeftiyên kurdan ketiye tahlukeyê û ji bo yekitiya neteweyî bingehek hatiye avakirin.
Komîteya Amadekar xebatên xwe didomîne
Îmam Taşçier, bibîrxist ku sala par civînên amakedariya kongreyê hatin lidarxistin û ji bo vê yekê 3 mehan xebitîn lê hêzên navneteweyî kongre asteng kirin û neçar man ku kongreyê taloq bikin. Taşçier destnîşan kir ku bi taybet jî Îran, Tirkiye û Iraqê bi nepenî kongre asteng kirin û 21 endamên Komîteya Amadekar hêj xebatên xwe didomînin.
'Rojava binkeve dê hemû kurd binkevin'
Taşçier anî ziman ku geşedanên dawî yên li Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê diqewimin, nîşan daye ku yekitiya neteweyî pêwîstiyek e û ji bo kongre demildest bicive Delegasyona Bakurê Kurdistanê bang kiriye û wiha got: "Eger kurd li Rojava binkevin dê li Bakûr û hemû derê kurd binkevin. Eger kurd li başûrê Kurdistanê binkeve dê li her derê kurd binkevin. Ji ber vê yekê kurd neçar in, yekitiya xwe ava bikin, ji bo kongreyê bicivin, di nav xwe de diyalogê pêş bixin. Piştî êrîşên DAÎŞ'ê, YPG û KCK'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku amadene bi tevî pêşmergeyan li hember êrişan bitêkoşin û ev pêşketineke girîng e. Bi vê daxuyaniyê bêtir nêzî kongreyê bûn. Divê êdî ev fermî bibe, li çar parçeyên Kurdistanê û kurdên dîasporayê bi kongreyê yekitiya xwe ava bikin."
'Divê sekreteryaya kongreyê bikeve nava liv û tevgerê'
Taşçier bilêv kir ku kurd dikarin bi riya kongreyê hinek pirsgirêkên xwe çareser bikin û wekî Delegasyona Bakurê Kurdistanê ji nû ve bang kir. Taşçier bang li sekreteryaya kongreyê kir ku ji bo civîna kongreyê bikeve nav liv û tevgerê û wiha got: "Divê kurd jî wekî ereb û tirkan li ser axa xwe, xwe ji rêve bibin. Armanca kongreyê ew e ku li hember dijminahiyan, xweparastin û pêşvebirina diyalogê ye."
Taşçier da zanîn ku êrîşên DAÎŞ'ê nîşan daye ku divê kurd diyaloga navbera xwe pêş bixin û wiha got: "Divê kurd werin cem hev û yekitiya xwe ava bikin. Pêwîste ku li hember çeteyan kurd bigihêjin hev. Divê kurd van êrîşan bibînin, werin cem hev û axa xwe biparêzin."
(ça)