ROJNEWS - NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistan ciwanan posterên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan daliqandin û belavok belavkirin.
Komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, li her çar parçeyên Kurdistan û gelek welatên cîhanê hat protestokirin. Bi vê armancê Ciwanên Welatparêz yên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyek pêkanîn. Ciwanekî ji bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê ku nexwest navê wî were belavkirin, ji RojNewsê re wiha got: “Me jî wek hemû bajar, bajarokên Kurdistan û cîhanê komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir.”
Wî ciwanî diyar kir ku wan di çalakiyên xwe de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li cihên giştî û nava bazarê bilavkirine. Herwiha li taxên Ferhengiyan, Ezdekiyan, Mukriyan, Şehrekî, Karmendan, Zewiyekanî Şarewanî, Tepey Qazî û Girê Hejar wêneyên Ocalan bilavkirine. Ciwanê ji Mehabadê diyar kir ku wan zêdetirî 300 belavok li malan belavkirine.