Ciwanên Kurd avahiya CPT’yê dagir kirin

Komek ciwanên Kurd avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya li bajarê Franse Strasbourgê dagir kirin.

Nûçe Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li gorî agahiyên hatine saet di 14.00 de nêzî 50 ciwanên Kurd avahiya CPT’yê dagir kirin û dest bi çalakiyê kirin.

Hat diyarkirin ku ciwanên Kurd bi aramnca helwesta saziyên Ewropayê protesto bikin ev çalakî li dar xistine û ji CPT û saziyên din ên Ewropayê dixwazin bikevin dewrê.

Polîs hatin ber avahiya CPT’yê, lê heta niha tu mudaxele çênebûye. Çalakiya ciwanan didome.

ANF NEWS AGENCY