OMER ÎKE / ŞIRNEX / ROJNEW
Welatiyên Cizîra Botan bi rojane li hemberî polîtîkayên qirêj yên dewleta Tirk li ber xwe dide û piştî rêveberiya awarte li navçeyê hat rakirin polîs neçar man ji navçe û kolanan derbikevin. Welatiyê Cizîrê bertek nîşanî walîtiyê dan û anîn ziman ku dewlet dixwaze Cizîrê vale bikin û bi polîtîkayên qirkirinê êrîşî wan dikin.
04'ê Îlona 2015'an Walîtiya Şirnexê di derbarê Cizîrê de qedexeya kolanan îlan kir û OHAL da dest pê kirin. 9 rojan Cizîr di bin dorpêç û êrîşa tîmên taybet û polîsan de ma. Di êrîşa tîmên taybet de 21 welatî hatin qetilkirin. Çawa li Cizîrê OHAL bi dawî bû, gel 16 cenazeyên xwe yên bi rojan di malên xwe de veşartin ji aliyê sed hezar mirovan ve veşartin. Welatiyên Cizîrê ji RojNewsê re axivîn û bertek nîşanî biryarên li ser Cizîrê dan.
‘Dixwazin Cizîrê vale bikin’
Dayika Mehmet Tahîr Yaramiş ê 35 rojî ji ber ku polîsan nehiştin bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, Sosin Yaramiş diyar kir ku tevî zaroka min bi gulebarana polîsan jiyana xwe ji dest da jî, em ê cih û warê xwe ne terikînin. Yaramîş da zanîn ku dewleta tirk ji 04’ê îlonê û şûnde bi polîtîkayên qirêj yên şer dixwazin Cizîrê bidin vale kirin û ev tişt got: “Eger êrîş dîsa pêk bên, emê dîsa li berxwe bidin. Em ê ti caran li hember zilmê serê xwe ne tewînin.”
‘Em ê nebin qûrbanê zaliman’
Dayika bi navê Aşye Oduk jî got ku bila Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu ji hêrsa gelê Botanê bitirsşn û wiha got: “Ji ber ku HDP di hilbijartinên 7’ê hezîranê de bi ser ket, AKP’ê li Kurdistanê komkujî pêk anî. Em kurd heya dilopek xwîna me bimîne, em ê li ber xwe bidin. Em ê tu caran teslîmî şerê AKP’ê nebin. Bila êdî birayên me yên tirk jî ji xewê rabin. Bila êdî zarokên me nebin qûrbana zaliman.”
‘Hîna nû dest pê dike’
Welatiyê bi navê Mehmet Tatar jî diyar kir ku polîsên sivîl gefa ‘Hina nû dest pê dike’ û ‘Em ê we tevan bikujin’ li me dixwin. Tatar bertek nîşanî walî û polîsan dan û wiha got: "Ma ev şerê we neqediya?. Walî dema keyfa wî bixwaze kolanan qedexe dike. Polîsên wan jî li kolanan gefa ‘Em ê we bikujin’ û ‘Hina nû dest pê dike’ dixwin. Bila walî û polîsên wî baş bizanin em ti caran teslîm nebûne û em teslîmî dagirkeran nebin. Em ê li ser vê axê bi azad bijîn.”
‘Li dijî hemû êrîşan em di nobetê de ne’
Endamê Parastina Cewherî yê bi navê Gelhat Botan da zanîn ku li hember polîtîkayên şer yên AKP’ê û Erdogan wan mafê xwe yê xwe parastinê bikaranîne û wiha axivî: “Em li hemberî zilma polîsan û înfazan li ber xwe didin. Em ê parastina cewherî ya gelê xwe pêş bixin û tevî gelê xwe taxên xwe biparêzin. Ji xwe dewlet jî baş dizane Botan kelha berxwedanê ye. Bê navber êrîşî gelê me dike. Dewlet di êrîşên ewil de bi ser neketin, niha jî wê bi ser nekevin. Ji xwe armanca AKP’ê vale kirina Cizîra Botane. Lê em ê polîtîkayên AKP’ê yek bi yek vale derxin. Parastina rewa û rêveberiya xweser mafek rewa yê gelê kurd e.”
(oî/rn)