HANA AZAD ROJNEWS - HEWLÊR – Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ragihand ku pêwîste wezareta pêşmergeyan a hikûmeta Herêma Kurdistanê despêka şerê ligel DAIŞ’ê, tenê daxuyanî belav kiriban û ragihand ku DAIŞ sûd ji hinek dezgehên ragihandinê yên başûrê Kurdistanê werdigire. Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn ji RojNewsê re diyar kir ku qonaxekî nû derbarê çapemeniya kurdî de derketiye û lewra gelek dezgehên ragihandinê şaşitiyan dikin. Azad Hemedemîn wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Çeteyên DAIŞ’ê sûd ji hinek çapemeniyên başûrê Kurdistanê werdigirin. Divê em hemû li gor exlaqê leşkerî tevbigerin.” Serokê Sendîkaya Rojnamevanan Azad Hemedemîn daxuyaniyên cûda cûda yên wezareta pêşmergeyan şaş dibîne û di vê derbarê de wiha got: “Pêwîst bû wezareta pêşmergeyan despêka şerê ligel çeteyên DAIŞ’ê tenê daxuyaniyên nivîskî belav kiriban. Nekû daxuyaniyên cûr be cûr hatiban dayîn.”
Hemû Nûçe
Ayhan Erkmen li Kartalê bi vegotina çîrokên Kurdî derket pêşberî hezkiriyên xwe
Çîrokbêj û lêkolîner Ayhan Erkmen li Kartala Stenbolê bi performansa xwe ya vego...
Bakirhan: Yekîtiya partî û saziyên siyasî yên Kurdan divê wek Pira Dehderî be
Bakirhan di civîna Amedê de diyar got, yekîtiya Kurdan divê wekî Pira Dehderî xu...
Mosqowê ragihand, ew ji bo danûstandinên sêalî yên ligel Ûkrayna û DYE'yê amade ne
Mosqowê da zanîn, ew amade ne piştî 4'ê Sermawezê ligel Ûkrayna û DYE'yê dest bi...
Daxwiyaniyên Besnik Hasi û Şampiyoniya Nehir Aytulun
Amedspor berî maça Samsunsporê bi daxwiyaniyên Besnik Hasi derket pêş; Nehir Ayt...