1 deqîqe xwendin

DAIŞ’ê 500 kes infaz kirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Çeteyên DAIŞ’ê lli bajarê Remdî yê parêzgeha Embar 500 leşker infaz kirin

17.05.2015 10:27 Cîhan NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên DAIŞ’ê lli bajarê Remdî yê parêzgeha Embar 500 leşkerên Îraqê yên ketin destê wan de infaz kirin.

Parêzgehê Enbar ê Iraqê Sihêb El-Rawî têkidarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya roja îna derbasbûyî li dijî bajarê Remadî pêk hat ji saziyên çapemeniyê re axivî. El-Rawî da zanîn ku çeteyan bi 10 kemyon û tirmpêlên bombebarkirî êrîşî xetên parastinê yên Iraqê ku li riya ketina Remadî kirine û bi vê yekê ew derbas kirine.

El-Rawî da zanîn ku çeteyan di dema êrîşê de 500 leşkerên ewlekariyê, polîs û hin xizmên wan infaz kirine û destnîşan kir ku di êrîşa destpêkê de jî zêdeyî 50 polîsên Îraqî hatine kuştin.

(dc)