ELEND KERKÛKÎ/ROJNEWS
Çeteyên DAIŞê di revandin û kuştina welatiyan de berdewam in. DAIŞê li Mûsilê nêzî 120 zarokên temenê wan di navbera 12-15 saliyê de revandin.
Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Beac, Geyare, el-Şûrî û Badoş ên dikevin rojhilatê parêzgeha Mûsilê nêzî 120 zarokên xwendekar revand.
Li gor agahdariyên ketine destê RojNewsê, çeteyên DAIŞê dest bi revandina zarok û xwendekaran kiriye. Li Mûsilê bi otomobîlên leşkerî zarok tên revandin û ji bo cihekî ne diyar tên veguhestin.
Îna borî jî çeteyên DAIŞê di nava Mûsilê de 200 karmendên hêzên ewlekariyê revandin. Herwiha bi dehan kesên amade nebûn tevlî DAIŞê bibin, hatin gulebaran kirin.
Çeteyên DAIŞê heta niha li navçeyên Kurdistanê, bi taybet li Şengalê, li Iraq û Sûriyê bi hezaran welatiyên sivîl revandine û qetil kirine.
(bş/rn)