Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, ku hem rêjîmê û hem jî hêzên dijberî wê ew ajotin ber bi şerekî çekdarî ve, wisa jî miletê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve li hember rewşeke nû rû bi rû ma. Vê rewşa aloz ti kes û ti derdûdor ji ziyanê, zorê, hejarî û malwêraniyê bêpar nehiştin. Pêre jî û bi piştgiriya destên ji derve re alîgiriya nijadî, olî û mezhebî her ku çû xurtir bû. Vê yekê siya xwe avêt ser hemû warên çandî, siyasî û civakî li Sûriyê bi giştî û di nav Kurdan de bi taybetî. Di wê navberê re hêzên xwedî dîtin û bîr û baweriyên cuda ketin tevgerê, da ku di asta hundir, ya herêmê û ya navneteweyî de li çareseriyan bigerin. Şerê Kobanî û yê Girê sipî bi serkeftinên siyasî û leşkerî bi encambûn. Van serkeftinan pişt li rêxistina terorîst Daiş şikand û têkiliya wê bi çavkaniyên wê yên jiyanê yên derve re qutkir. Vê rûdanê hêvî da hêzên hevpeyman ku dijî Daişê şer dikin. Ji hêla din ve hemû hêzên ku têkçûna wê wekî ziyaneke mezin bo xwe didîtin dest bi kampanyayên reşkirinê dijî miletê kurd û tevgera wî ya siyasî û çekdarî kirin. Hem ew aliyên ku alîgirên aramiya civakî ne anîn dijî hev û hem jî agirê dijminayiyê di navbera hemû pêkhateyan de vêxistin. Bi devê hin rêxistin û aliyan daxuyaniyên reşkirinê û fitû li dijî hêza ku pişta Daiş dabû erdê belavkirin û xwestin hêzên kurd bi paqijkirina nijadî ya dijî ereb û turkmenan tawanbar bikin û fitûyên gunehkariya tevlêbûna hêzên kurdan derxistin. Berdewamiya vê kampanya reşkirinê xwe di alavên ragihandinê de jî da der û siya xwe avêt ser qada rewşenbîrî û çandî ya vî welatî. Di nav vê kampanyayê de hin derûdorên çandî û kesên ku di bin navê rewşenbîriya kurd de jî xwe didin pêş, cih girtin. Bi têkçûna Daişê û hêzên tariyê re ev kampanya xurtir û pir alî bû. Ji wanên ku rastî êrîşên dijwar yên vê kampanyayê hatin hevkarê me, nivîskar Helîm Yûsiv bû, ku berdevkê ragihandinê yê rêxistina me ya Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê ye.
Ev kampanya reşkirinê ya dijî Helîm Yûsiv dijî me hemuyane, herweha dijî hevgirtina me û nirxên me yên çandî û neteweyî ye. Ev nirxên giranbuha ku dijminên doza me, di riya hin rewşenbîrên nijadkurd re, dixwazin ku me jê dûr bixînin. Di demekê de ku pêdiviya miletê wan ê di bin gefxwarina nemanê de bi wan bixwe jî heye.
Herwisa dijwariya van êrîşan gihişte wê radeyê ku hin daxwaznameyên fermî ji hevgirtina nivîskarên Sûriyê re bêne şandin, nameyên vekirî û girtî bêne belavkirin, imzeyên nivîskarên ereb bêne berhevkirin da ku Helîm Yûsiv ji birêveberiyê û ji wê dezgeha nivîskarên Sûriyê bê avêtin. Ev hemû mirov dajon ber bi encameke weha ve ku ev kes bi vê rola xwe ya neyênî ji hemû erkên rewşenbîriyê dûr dikevin.
Em vê kampanya ya reşkirinê şermezar dikin û em di vê derbarê de xwe li kêleka hemkarê xwe û berdevkê xwe yê ragihandinê dibînin. Herwisa ji bo avakirina têkiliyên saxlem ku pala didin wekheviyê, sînga me li ber hemû kes, alî,derûdor û dezgehên sûrî vekiriye û li ser bingeha dûrketina ji berjewendiyên takekesane û teng û nêzîkbûna ji berjewendiyên giştî ku xêra her kesî têde heye.
Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK
6.7. 2015