ÊLIH 18.03.2014 09:52:26
Dosya doza darizandina 13 jê girtî 38 siyasetmedarên Kurd ên li Êlihê der heqê wan de doz hat vekirin, ji 1. Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê re hat şandin. Heyeta dadgehê piştî nirxandina dosyayê biryar da 4 siyasetmedarên Kurd bên berdan.
Dosya doza li hemberî 13 jê girtî 38 siyasetmedarên Kurd ku di nav de Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Şeyhmus Azboy û Ayşe Agilgat jî hene, piştî ku dadgehên bi erka taybet rabûn, ji 1. Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê re hat şandin. Heyeta dadgehê rewşa siyasetmedarên Kurd ên di operasyona bi îdîaya di "Meclîsa Bajêr a KCK'ê de cih digirin li Êlihê di 8'ê Kanûna 2012'an de hatin girtin nirxand û biryar da ji siyasetmedarên girtî Abdulmenap Erîpek, Mahmût Abî, Abdulrezzak Kaplan û Abdulkerîm Aslan werin berdan.
Heyeta dadgehê rûniştina dozê ji bo 15'ê Gulanê taloq kir.