Wezareta pêşmegeyan di hêzên PDK û YNK’ê de guherînê dike
ELEND KERKÛKÎ/KERKÛK
Piştî biryar hat dayîn ku li Herêma Kurdistanê hêzên pêşmergeyan bibin yek, wezareta pêşmergeyan plana guhertinê li ser fermandarên hêzên 80’ê yên PDK’ê û 70’ê yên YNK’ê çêdike.
Çavkaniyek ji wezareta pêşmergeyan ji RojNewsê re axivî û got: “Wezareta pêşmergeyan dest bi plana gûhertina hemû hêzên pêşmergeyan bi taybet hêzên 80’ê yên PDK’ê û 70’ê yên YNK’ê çêdike.”
Heman çavkaniyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez bawer nakim hêzên pêşmergeyan yên PDK’ê û YNK’ê xwe bixin jêr sêwana wezareta pêşmergeyan de. Lê li gorî fermana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî divê 50 bi 50 di nava hêza pêşmergeyan de nemêne.”