4 deqîqe xwendin

Di siyaseta kurd de gavên dîplomasiyê

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ENQERE (DÎHA) – Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê siyaseta kurd di qada navneteweyî de lez da xebatên dîplomasiyê. Di rojên pêş de Hevserokên Giştî yên KCD, PHD û yên HDP’ê biçin başûrê Kurdistanê û piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dê biçe Amerîkayê. Di xebatan de jibilî alîkariyên mirovî dê daxwaza kurdên kul i hemberî DAIŞ’ê tekana hêza li ber xwe didin e jî xwedî statû be dê bê kirin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Suriye, Iraqê û tehdît ali Rojava û başûrê Kurdistanê, drama mirovahiyê ku li herêmê tê jiyîn hişt ku siyaseta kurd bikeve nava liv û tevgerê. Piştî komkujiya li dijî kurdên êzdî yên li Şengalê ji bo welatiyên ku hatin seferberî hate îlankirin û li Sîlopî, Mêrdîn, Êlihê û li deverên din kamp hatin avakirin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê siyaseta kurd niha jî dest bi xebatên dîplomasiyê kirin.

Soz heye pratîk kêm e

Komîsyona Têkîliyên Derve yê HDP’ê ewil li sefîrxaneyên li welatên Yekîtiya Ewropayê, Amerîka, Kanada, Îran, Çîn, Hîndistan û Rûsyayê ve hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan de alîkariya mirovê derket pêş. Li gorî agahiyan heta niha di hemû hevdîtinan de ji bo alîkariya mirovî soz hatiye dayîn lê di warê pratîkî de hêj gaveke şenber nehatiye avêtin, ev yek jî bûye mijara rexneyê. Di hevdîtinan de tekana hêza ku kul i dijî DAIŞ’ê yi ber xwe dide kurd in j îtê rojevê û tê xwestin rewş û pozîsyona wan jî tê nîqaşkirin. Aliyê kurd di hevdîtinê de dixwaze di qada navneteweyî de statuya kurdna bi awayeke fermî bê qebûlkirin û piştgiriya polîtîk bê dayîn, li hemberî van daxwazan muxatap ji nêrînên xwe yên wekî “heke kurd yêkîtiya xwe ava bikin ev yek dê statuya wan misoger bike” tînin ziman. Siyaseta kurd a ku dê bi Neteweyên yekbûyî re hevdîtinê pêk bîne ji Konseya Ewlehiyê ya NY’ê bixwaze ku hêzên kurd ên li herêma di bin tehdîdê ye de wekî hêza rewa bên qebûlkirin. Tê gotin ku di hevdîtinên tê kirin de ji bo YPg û HPG’ê sempatiyeke mezin heyê ji ber têkîliyên polîtîk li hemberi vêdaxwazê bidudilî nêzîk dibin.

Hevserok dê biçin Rojava û Başûr

Wekî din siyaseta kurd dê hewldanên xwe yên dîplomasiyê derxîne asta herî jor û heyeke dê rojên pêş de ji b odu rojan biçin başûrê Kurdistanê û Rojava. Hevserokên KCD, PHD û HDP’ê û hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di sayeta kurd de xwedî ciheke girîng e jî bi heyetê re ji Amedê derkevin û biçin Hewlêr, Silêmanî û Qamişloyê. Di serdana ku dê 2 rojan berdewam bike de kongreya neteweyî, parastina hevpar û yekîtiya kurdan bê destgirtin. Di hevditinan de astengiyên li hemberî yetîkiya neteweyî ji holê bêr rakirin dê di vê çarçoveyê de jî hevdîtin bên kirin.

Serdana Ewropa û Amerîkayê

Piştî ku heyat ji herêmê vegere Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn tê hêvîkirin ku biçe Ewropayê. Demîrtaş dê li Ewropayê hin hevdîtinên girîng pêk bîne û piştre jî di dawiya meha îlonê de biçe Amerîkayê. Di van hevdîtinan de mijarên ku Komîsyona Têkîliyên Derve yê HPD’ê ku di hevdîtinên bi sefîrên hin welatan re anîn rojevê dê ben rojevê û pêvajoya çareseriyê jî bê nîqaşkirin.

(sa)