Li Navçeya Rezan a Amedê derdora Petrola Oryilê di encama asêbûna gazê de teqînek mezin pêk hat. Li gor agahiyan 1 jê giran, 9 kes birîndar bûn.
Di encama teqîna li navçeya Rezik a Amedê de 9 kes birîndar bûn.
Di avahiya 3 qat ya li Îstasyona Oryil Petrol a li ser Şeqama Hatboyu ya li Rezik teqînek pêk hat. Kesên di encama teqînê de birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên cûda yên Amedê. Herwiha bi armaca tedbîran, elektirîka herêmê hat qûtkirin û yekîneyên agirvemirandinê li cihê bûyerê amade ne.
Parêzgerê Amedê ragihand ku teqîn di encama cihtengiya LPG'ê pêk hatiye. Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr jî ragihand ku 13 kes birîndar bûne.