Li xaçeriya Helko ya taxa Kornîş a bajarê Qamişlo teqînek pêk hat. Di encamê de welatiyê bi navê Ebdullah Hecî Qertemînî jiyana xwe ji dest da
05/2014 QAMİŞLO – Li xaçeriya Helko ya taxa Kornîş a bajarê Qamişlo teqînek pêk hat. Di encamê de welatiyê bi navê Ebdullah Hecî Qertemînî jiyana xwe ji dest da.
Îro saet di 10.30’an de li xaçeriya Helko ya taxa Kornîş a bajarê Qamişlo, bombeya ku di bin tirimpêla welatiyê bi navê Ebdullah Hecî Qertemînî de hatibû bi cihkirin, teqiya. Di encamê de Qertemînî bi giranî birîndar bû û ji ber birîna xwe jiyana xwe ji dest da.
Ebdullah Hecî Qertemînî ji welatiyên bajarê Qamişlo ye, di sala 1955 ji dayîk bûye û endamê Meclîsa Gel a taxa Kornîş e.
Cenazeyê Qertemînî rakirin nexweşxaneya bajarê Qamişlo û tê payîn ku ji bo merasîmên oxirkirinê, ji wir bînin mizgefta Qaimo ya taxa Xerbî.
(jh)