Rayedarên dewleta Tirk dan xuyakirin, ku li Vodafone Area û Maçka di teqînan 29 kes mirin e, 169 kes jî birîndar bûne. Lê belê, li gorî agahiyên ji nexweşxaneyan hatin bidestxistin, hejmara miriyan 33 e. Hejmara birîndaran jî ne diyar e
STENBOL - ANF
Li ser teqînên li navçeya Beşîktaş a Stenbolê, ku li dijî polîsan hat kirin, rayedarên dewleta Tirk daxuyanî dan û gotin, hejmara miriyan 29 e. Rayedaran gotin, 169 kes jî birîndar bûne. Lê belê, li gorî agahiyên ji nexweşxaneyan hatin bidestxistin, hejmara miriyan 33 e. Hejmara birîndaran jî ne diyar e.