Li gorî lêkolînekê di mêjiyê mirovan de cihekî bi meznahiya behîvekê dikare kalbûn-pîrbûnê hêdî bike heta bide sekinandin
ANF-Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê zanyarên DYA’yê yê hatiye meşandin, di mêjiyê mirovan de cihekî bi meznahiya behîvekê dikare kalbûn-pîrbûnê hêdî bike heta bide sekinandin. Zanyaran dan zanîn ku dê di demek nêz de vî cihî manupule bikin û dê di encama vê de kalbûn bibe dîrok.
Li New Yorkê li Fakulteya Tîpê ya Albert Einstein li ser mişkan lêkolînek hat kirin û jiyana mişkan hat lezgîntikirin û hêdîkirin. Cihekî di mêjî de wek hypothalamus tê binavkirin, zanyaran fermandeyên ku wê cihî dida manupule kir û bi vî awayî jiyana mişkan ji sedî 20 dirêj kir.
Doktor Donsheng Cai ku di ekibê de cih digirt diyar kir ku ev bi salane zanyar li ser vê mijarê lêkolîn dikin û got: “Li gorî lêkolîna me gelek aliyê kalbûnê ji aliyê hypothalamus ve tê kontrolkirin. Kalbûn-pîrbûn bi vî awayî dikare bê hêdî kirin. ev heyecanê dide mirovan.”
Li gorî encamên lêkolînên ku di kovara Nature hate weşandin tê gotin ku dibe ku bandara kalbûnê-pîrbûnê bi giştî bê rawestandin.
Di lêkolînê de hat gotin ku kalbuna-pîrbûna di mişkan ji sedî 20 û kalbuna mê jî ji sedî 50 hatiye rawestandin.