2 deqîqe xwendin

Dibe li Şengalê qetliyam bibe, lê çapeminiya PDK'ê bêdeng e

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Kurdên êzidî yên li Şengalê dijîn, di bin gefa qetliyamê ya çeteyên DAIŞ'ê de ye. Li gel ku PDK'ê dev ji parastina Şengalê berda û kurdên wê derê bi qetliyamê re rû bi rû hişt, çapemeniya PDK'ê jî li hemberî ve geşedanê wekî ker û lalan e.

Şevêdin çeteyên DAIŞ'ê bi çekên, wekî hewan û tangan ên êrîş li herema Şengalê kir. Pevçûnan heta serê sibe dom kir û serê sibe, pêşmergeyên PDK'ê dev ji parastina Şengalê berdan û qat ji çeteyên DAIŞ'ê re terikandin. Kurdên êzidî yên vê derê ku ev bi rojane bi derfetên xwe, parastina xwe dikirin, neçar man ku bi dehan gundên xwe vala bikin û berê xwe dan çiyayên Şengalê. Aliyê din çeteyên DAIŞ'ê ên hov jî ji bo kurdên êzid qetil bikin û dest berdin ser milk û malên wan ber bi gundên êzidiyan ve diçin. Li heremê fikarekî dijwar ya ji ber qetliyamê heye. Ger çeteyên DAIŞ'ê neyên rawestandin, wê kurdên li wê derê di qetliyamê de derbas bikin. Li gel çete ji bo qetliyamê ber bi Şengalê ve diçin, bêdengiya çapemeniya PDK'ê ya li hemberî bûyerê, balkêş hate dîtin. Ajansa Rudaw, Malpera Peyamner û Malpera BesNews ku nêzî PDK'ê ne derbarê mijarê de tu tişt neditiye û li hemberî vê geşedanê wekî ker û lalan tevdigere.

(lg)