YASÎN KOBULAN
AMED (DİHA) - Leşkerên bi navê Y.B. û H.C. ên li Lîceyê piyê xwe danîn ser peykerê Mahsum Korkmaz (Egît) û di medyaya civakî de weşandin di çarçoveya lêpirsîn hate vekirin de îfade dan dozgeriyê lê hêj tu doz nehatine vekirin. Parêzera Malbata Korkmaz Kezîban Yilmaz jî diyar kir ku ligel di dîmenan de sucê du leşkeran diyar e hêj derbarê leşkeran de tu doz nehatine vekirin.
Li gundê Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê di 19’ê Tebaxa 2014’an de piştî ku “Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” hate vekirin de peykerê ji peşengên PKK’ê Mahsum Korkmaz (Agît) hatibû vekirin û leşekeran operasyoneke leşkerî dabûn destpêkirin. Dema operasyonê de leşkeran peykerê Korkmaz rakiribûn û pêli peykerê kiribûn û wêne kişandibûn. Xwîşka Korkmaz, Maşallah Dag bi riya parêzer Kezîban Yilmaz û Hanim Karhan ve der barê leşkeran de ji berk u “heqeret li bîranîna şexs kirine” “gel sewqî kîn û nifrînê kiriye” “peywira xwe xirab bikar anîne” serî li Serdozgeriya Komarê ya Licê dabûn û di 22’yê Tebaxa 2014’an de gilî kiribûn.
Di dema bûyeran de welatiyê bi navê Mehdî Taşkin jiyana xwe ji dest dabû û kesek jî bi giranî birîndar bûbû. Di bûyeran de leşkerê bi navê Ugur Înal jî di encama “qezayê” de jiyana xwe ji dest dabû.
Piştî serlêdanê parêzer Yilmaz nivîsek ji Wezareta Karên Hundir re şand û pirsa leşkerên tevli vê bûyerê bûne ji peywir hatine girtin yan na kir û ji bo ji peywir bên girtin jî serlêdan kir. Serlêdana wê di 10’ê cotmeha 2014’an de hate bersivandin û hate gotin ku serlêdan ji bo ku bê nirxandin ji Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan a Amedê re hatiye şandin. Le piştî vê yekê lgel ku salek derbas bû jî bersiveke cuda nedane parêzer Yilmaz.
Lê weliyê demê yê Amedê Mustafa Cahît Kiraç ji Serokê Beroya Amedê Tahîr Elçî re gotibû ku der barê leşkerên kup êli peyker kirine lêpirsîna îdarî û dîsîplînê hatiye destpêkirin. Piştî ku Elçî ev yek bi çapemeniyê re parve kiribû hemû çapemeniyê nûçeyên wekî “der barê leşkerên kup êli peykerê Mahsum Korkmaz kirin de lêpirsîn hate debtpêkirin” weşandin. Lê deket holê ku der barê leşkeran de lêpirsin nehatiye destpêkirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Elkê ya Şirnexê hatine peywirdarkirin.
Çawişêpispor ê ku bi navê Y.B. di îfadeya xwe de ku 9’ê îlona 2014’an da de gotibû ku peykerê Korkmaz ji aliyê tîmên taybet ve hatixe xirakirin û anîne yekîneya leşkerî û wiha îfade dabû: “Kesê ku di wêneyê de dixuye ez im. Min pêlî peykerê Mahsum Korkmaz kir. Armanca min heqeret kirina bîrana şexsekî nîne, qesta min nîne. Tenê wê demê ji ber rewşê pir bi bandor bûn. Ji ber vê yekê min ev kir. Dîsa ji bo ku di medyaya civakî de parve bikim min wêne nekişand. Piştre min ev wêne nîşanî hevalekî xwe da. Wî bêyî agahiya min parve kiriye.”
‘Ne min telefona min parve kir’
Leşkerê bi navê H.C. ê ku wêne li facebookê parve kir jî têkîldarî bûyerê ev îfade da: “Piştî ku peyker hate daxistin çekek bi qezayê teqiya û di encamê de personelek şehîd bû. Vê gelek bandor li ser me kir. Piştre hevalê min Y.B. hate cem min wêne di telefona wî de hebûn. Min xwest ji min re j îbişîne. Ji ber ku telafon otomatîk e di facebookê de parve kiriye, piştî 10 deqîqeyan min ferq kir. Piştre min paş ve kişand. Tu qesta min nîne.
Aqubeta dozê dê diyar bibe
Ji parêzerên dozê Kezîban Yilmaz diyar kir ku bi dozgerê dosya amade kir re hevdîtin kirin û amadekariya dosyayê hatiye asta dawî. Yilmaz anî ziman ku rojên pêş de dozger têkildarî dosyayê de dê îdîanameyê amade bike û biryara xwe ya dozê vebike an jî biryara bêşopandinê bide dê bide. Yilmaz da zanîn ku sûcê du leşkeran diyar in û bi dîmenan hatiye tesbîtkirin û divê dozger dozê vebike.
(sa/bd)