Dronên Ûkraynayê li peravên Soçiyê li keştiyeke petrolê xistin

Dronên deryayî yên Ûkraynayê li Deryaya Reş li nêzîkî Soçiyê li keştiyeke petrolê ya bi ala Lîberyayê xistin.

Cîhan Derya Welat Derya Welat Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li Deryaya Reş li nêzîkî bajarê Soçiyê yê Ûrisyayê, dronên deryayî yên Ûkraynayê êvara roja Sêşemê, 6'ê Kewçêra 2026'an li keştiyeke bar a petrolê xistin ku di bin ala Lîberyayê de seyîr dikir. Li gor agahiyên hatine belavkirin, keştiya bi navê Aframax Rio nêzîkî 15 kîlometre li beravên Soçiyê rastî êrîşê hat û di encamê de li ser rûyê keştiyê û deryayê agir pê ket.

Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Ûrisyayê TASSê weşandiye, Wezareta Veguhastinê ya Ûrisyayê ragihand ku li ser keştiyê 23 xebatkar hebûn ku hemû welatiyên Hindistanê ne. Tîmên hawarçûnê yên deryayî yên Ûrisyayê hemû 23 xebatkar bi silametî rizgar kirin û anîn bejahiyê. Rayedaran ragihand ku di nav xebatkaran de ti zirarên canî çênebûne. Ji ber xurtbûna agir û dûmana reş, tîmên agirkujiyê di destpêkê de nekarîn nêzîkî keştiyê bibin, lê serê sibeha roja Çarşemê, 7'ê Kewçêrê agir hat vemirandin. Şaredariya Soçiyê û rêveberiya herêma federal a Sîrîusê jî ragihand ku ji bo parastina xelkê, seyrangeh û peravên deryayê hatine girtin.

Li gor rojnameya Ûkraynî The Kyîv Independent weşandiye, keştiya Aframax Rio di meha Reşemîya 2026'an de ketibû lîsteya toleyên Ûkraynayê; ji ber ku ev keştî parçeyek ji fîloya sisêyan a Ûrisyayê bû û petrola Ûrisyayê ji benderên Deryaya Reş ên wekî Novorossiysk û Tamanê dibir. Çavkaniyên Ûkraynayê destnîşan dikin ku di meha Rezbera 2026'an de jî dronên deryayî li binesaziya Soçiyê û depoyên sotemeniyê yên nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Adlerê xistibûn. Fermandariya Giştî ya Ûkraynayê rasterast daxuyaniyeke fermî neda, lê çavkaniyên ewlehiyê yên Kyîvê diyar dikin ku lêdana binesaziya nefta Ûrisyayê bersiveke rewa ye li dijî êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê.

Li gor kanala brîtanî BBC Newsê weşandiye, ev operasyon kûrbûna şerê asimetrîk ê li Deryaya Reş radixe ber çavan û nîşan dide ku dronên deryayî yên Ûkraynayê dikarin bigihîjin dûrtirîn qadên peravên başûrê Ûrisyayê. BBC destnîşan kir ku dûmana reş ji navenda bajarê Soçiyê jî bi zelalî dihat dîtin.

Li gor rojnameya Amerîkî The New York Timesê weşandiye, armanca sereke ya van lêdanên kûr ew e ku hatina aborî ya Kremlînê ya ji bo fînansekirina şer were qutkirin. Hat ragihandin ku xetereya berdewam a dronên Ûkraynayê heta niha bandor li ser bernameyên siyasî yên Ûrisyayê jî kiriye; ji ber heman fikaran di meha Rezberê de civîna salane ya Klûba Valdayê ji Soçiyê ber bi herêma Mosqowê ve hatibû veguhestin.

Wêne: Amîda Kurd / Sembolîk