BEXDA 16.06.2014 09:49:29
Di demeke ku meşa çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ber bi Bexdayê ve dewam dike de, DYA biryar da Sefaretxaneya xwe ya bilind a li Bexdayê vala bike.
Rêveberiya Washingtonê, ku piştî meşa çeteyên DAIŞ'ê ber bi Bexdayê biryara valakirina sefaretxaneya bilind da, bi ekîbeke ji 100 kesî ku leşkerên deryayî jî di nav de ye, avahiya sefaretxaneya bilind vala dike.
Hat ragihandin ku wezîfedarên sefaretxaneyê wê derbasî paytexta Urdun Ammanê bên kirin.
Her wiha Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) hişyarî da welatiyên xwe yên biçin Iraqê. Wezaretê diyar kir ku eger ne ji neçarî be divê kes neçin Iraqê, ji ber ku gera li nava welêt ne ewle ye.
Di vê navberê de, di êrîşeke bombeyî ya duh li Bexdayê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn.