HULYA EMEÇ
RIHA (DÎHA) - Welatiyên ji Rihayê bi armanca "Ji Rêberê Apo re azadî" dest bi meşê kirin bêriyê xwe yên ji bo Ocalan anîn ziman û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Jina bi navê Ayşe Halît a ji Kobanê wiha got: “Roj dê bê Apo dê ji me re biaxive. Gelek tiştên me digotin çênabe bi saya Apo pêk hat. Êdî bawerî û hêviya me gelek rast e."
Meşa ji Rihayê bi vesîleya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi dirûşmeya "Ji Rêberê Apo re azadî" dest pê kir di roja 4'emîn de berdewam dike û ber bi fînalê ve nêz dibe. Meşvanên dê tevlî bernameya li Xelfetî bibin û pişt re ber bi Amarayê ve dê meşa xwe bidomînin û dê axa Ocalan li ser hatî dinê ziyaret bikin û daxwaza azadiya Ocalan bikin. Di meşa kal, ciwan, jin û zarok tevlî bûn bi coş berdewam dike. Jina ciwan a bi navê Zozan Taş (17) a ku di dest pêka meşê de cih digire diyar kir ku gelek hes ji Ocalan dike bi bîranînên têkoşîna wî mezin bûn û Ocalan têkoşîna hebûna kurdan dide meşandin. Taş anî ziman ku ligel piyên wê perçivîn dîsa jî meşa xwe didomîne û divê Ocalan di nava gelê xwe de be. Taş da zanîn ku divê di serî de kurd û hemû alîgirên aştiyê di 4'ê nîsanê de tevlî bernameyên rojbûna Ocalan bibin û wiha got: "Bila 4'ê nîsanê bibe rojbûna gelan."
'Em ber bi azadiyê ve dimeşin'
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Bêrecûkê Yusuf Yeşîltepe diyar kir ku meşek bi coş li dar dixin û di rê de ji aliyê sedan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin û wiha got: "Di rê de gelek kesan em bi dil û can pêşwazîkirin. Ev jî dide nîşanan ku em di riyek rast de ne. Em dibêjin divê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di nava gelê xwe de be. Ji ber vê yêkê divê Birêz Ocalan azad be." Yeşîltepe anî ziman ku li Rihayê yekemîn caran meşek tê lidarxistin û wiha axivî: "Azadiya Birêz Ocalan tê wateya sîmgeya yekîtî û tevkariya gelên Rojhilata Navîn." Yeşîltepe da zanîn ku ji Amarayê re ber bi azadiyê ve dimeşin û wiha pê de çû: "Em bawer dikin ku dê Birêz Ocalan di demek nêz de di nav me de be. Em ji ber vê hêviyê û baweriyê dimeşin û meşa me gelek keyfxweş e."
'Apo dê ji me re biaxive'
Jina bi navê Ayşe Halît (76) a ku Kobanê jî diyar kir ku Ocalan tenê rêberê kurdên li Tirkiyeyê na rêberê 4 perçe Kurdistanê ye. Halît anî ziman ku Kobanê bi saya felsefeya Ocalan azad bû û wiha got: "Bi saya Serokatiyê li Tirkiyeya her roj cenaz radibûn aştî hat. Fikir û ramanên Serokatiyê tenê Tirkiye na kurdên li welatên din jî azad kirin. Kobanê îro bi saya Apo xemgîn nîn e. Ez jî ji ber qîmeta nîşanî me dan û ji bo rojbûna Apo pîroz bikim tevlî meşê bûm." Halît da zanîn ku welatiyên Kobanê bi cih û war man û wiha axivî: "Cih û warê me tunebû. Bi saya Apo me nasname qezenc kir. Berê em ji rejîmê pişt re em ji DAIŞ'ê xilas bûn. Hînî kurd bibin yek Apo dîl namîne." Halît rojbûna Ocalan jî pîroz kir û wiha pê de çû: "Roj dê bê Apo dê bi xwe ji me re biaxive. Gelek tiştên me digotin çênabe bi saya Apo pêk hatin. Êdî bawerî û hêviya me qasî vê meşa em li dar dixin rast û bi îdîa ye."
(bd)