1 deqîqe xwendin

Dîmenên dawî yên Xameneyî, ên 23 deqe berî mirina wî hatin weşandin!

MF
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Wêneyên dawî ên ji alî kameraya ewlehiya ofîsa Ayetullah Elî Xameneyî ve hatiye kişanin, berî di êrîşa Îsraîl û Amerîkayê de were kuştin, hat weşandin. Tê gotin ku dîmen tenê 23 deqe berî êrîşê hatiye kişandin.

Di 28'ê meha duyem (Rêbendan) de, Îsraîl û DYA'yê midaxaleya leşkerî li dijî Îranê dest pê kirin. Midaxale di pêvajoya mizakereyan de çêbû.  Di encama van êrîşan de rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên din ên payebilind hatin kuştin. Medyaya Îranê dîmenên herî dawî yê Xamineyî weşand. Tê gotin ku ji hêla kamerayeke ewlehiya li ofîsa wî ve tenê 23 deqîqe berî mirina wî hatine girtin.

Ji bo tolhildanê, Îranê li Îsraîlê, her wiha li Qeter, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî û Behreynê, ku baregehên Amerîkî lê ne, xist. Ev rêze êrîşên beramberî, ku welatên herêmî di nav xwe de digirt, pêvajoya danûstandinan veguherand êrîşeke leşkerî ya berfireh.