Sêrt- Gerîlayên HPG’ê careke din avêtin ser Qereqola Cendirmeyan a Diha Kevin a navçeya Dihê ya Sêrtê. Hêjayê gotinê ye ku gerîlayan beriya sê rojan bi ser vê qerqolê de girtibûn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gerîlayên HPG’ê şevê din avêtin ser Qereqola Diha Kevin a qontara çiyayên Herekol û Çiravê. Gerîlayên HPG’ê bi çekên giran li qereqolê xistin. Piştî ku leşkeran bersiv da çalakiya gerîlayan pevçûn rû da û heta sibê berdewam kir. Der barê hejmara kuştî û birîndaran de tu agahî nehat dayîn. Gerîlayên HPG’ê di 2’yê tebaxê de jî bi ser heman qereqolê de girtibûn û di encamê de li gorî çavkaniyên fermî leşkerek miribû û 13 leşker birîndar bibûn. Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê di daxuyaniya da de ragihand ku di encama çalakiyê de bi dehan leşker hatin kuştin û aşkere kir ku ew ê piştre agahiyên berfireh der barê mijarê de bidin.
Hemû Nûçe
Li Sûrî hevsengî têk diçin: Şam di bin zexta alozî û bazaran de ye
Zextên li ser Rêveberiya Şamê, tevgerên leşkerî yên li herêmê û bazarên hêzên cî...
Komala pêşniyara PJAK'ê ya entegrasyona demokratîk red kir
Komala pêşniyara entegrasyona demokratîk a PJAK'ê red kir û got, ev model ji Kur...
Encamên Hilbijartina Îsrayîlê: Bloka Netanyahû di 53 Kursiyan de Ma
Jimartina hemû dengan li Îsrayîlê qediya; bloka Netanyahû 53 kursî, muxalefetê 4...
Ayhan Erkmen li Kartalê bi vegotina çîrokên Kurdî derket pêşberî hezkiriyên xwe
Çîrokbêj û lêkolîner Ayhan Erkmen li Kartala Stenbolê bi performansa xwe ya vego...