'MEHMET SIDDIK DAMAR
RIHA (DÎHA) - Welatiyên li konbajarê AFAD'ê dijîn diyar kirin ku ew dixwazin biçin Kobanê lê rêveberiya konbajarê AFAD'ê destûra nadin ji konbajar derbikevin. Welatiyê bi navê Bozan Hemo yê li wargeha AFAD'ê dimîne got ku li wargeha AFAD'ê wek dîl tên girtin û nahêlin biçin Kobanê. Hemo got ku li kampê tiryak tê firotin û wiha axivî: "Berê li kampê tenê welatiyên Kobanê hebûn. Lê vê paşê erebên Cerablûs, Mîmbîc, Sirrîn û Helebê anîn nav me. Van ereb bi zanebûn anîn nav me. Ên ku tiryakê difiroş û qumarê dilîzin ev ereb in."
Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji welatên xwe koçber bûn û hatin li gelek bajarên Kurdistanê û gelek deverên Tirkiyeyê bi cih bûn. Şaredariya Pirsûsê ji bo welatiyên Kobanê seferberî îlan kiribû. Bi pêşengiya Şaredariya Pirsûsê 7 konbajar hatin avakirin û bi deh hezaran welatiyên Kobanê li van konbajaran bi cih bûn. Welatiyên li konbajarên şaredariyê cih nedîtin neçar man û çûn AFAD'ê. Welatiyên li AFAD'ê dijîn diyar kirin ku dixwazin biçin Kobanê lê ji aliyê rêveberiya konbajarê AFAD'ê ve destûrê nadin biçin. Welatiyê bi navê Bozan Hemo li wargeha AFAD'ê de dimîne got ku li kampa AFAD'ê wek dîl tên girtin û nahêlin biçin Kobanê.
'Nahelin em biçin Kobane'
Hemo da zanîn ku ji ber neçar mane hatine wargehê û niha dixwazin ji wargehê derkevin. Hemo destnîşan kir ku dema xizmên wan jî tên wargehê tên astengkirin û nahêlin hevdû bibînin. Hemo anî ziman ku heta niha nêzî 470 malbatên Kobanê ji bo biçin Kobanê navên xwe nivîsandin û bi sedemên cur bi cur daxwaza wan hatiye redkirin. Hemo got ku li wargehê lîstikên qirêj tên lîstin û wiha got: "Ewil ji me re gotin em ereban naxin nav we. Gotin dê xwarinên we xweş bin. Em ê pere bidin we. Lê her ku çû xwe guhertin û me dît ku di nav me de tijî ereb in. Ev ereb, erebên ku warê me talan kiribûn in."
'Li wargehê tiryak tê firotin'
Hemo bilêv kir ku li kampa tiryak tê firotin û wiha axivî: "Berê li kampê bi tenê welatiyên Kobanê hebûn. Lê piştre erebên Cerablûs, Mîmbîc, Sirrîn û Helebê anîn nav me. Bi zanebûn anîn nav me. Ên ku madeyên tiryakê difiroşin ev ereb in. Em ji rêveberiya kampê re dibêjin madeyên tiryakê difiroşin. Dibêjin "Em ê çareser bikin" û tu tiştekî jî nakin. Zarokên me di xetereyê de ne. Dewlet bi zanebûn wiha dike. Ev erebên ku alîkariyê didan çeteyên DAIŞ'ê ne."
(msd/bd)