4 deqîqe xwendin

‘Em ê misyona xwe di parastinê de pêk bînin’

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

DICLE YÛSIF

TIL TEMIR – Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê yên herêma Til Temirê diyar kirin ku parastina herêmê misyon û erka wan e. Şervanan soza şopandina riya şehîdên azadiyê dan û banga ciwanan kirin ku beşdarî nava xebatên berxwedanê bibin.

Di berxwedana herêma Til Temirê de gelek şervanên Hêzên Erka Xweparastinê li rex hêzên YPG’ê û YPJ’ê cihê xwe di eniyên pêş ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de digrin. Nûçegihana ANHA’yê Dicle Yûsif dema ku berxwedana herêmê dişopand bi van şervanan re hevdîtinek pêk anî.TEMIR-SERVANEN-ERKA-XWE-PARASTIN-4

Şervanê bi nave Hisên Mihemed El-Hemîd derbarê sedema wî ya pêkanîna erka xwe ya parastinê de wiha got: “Beşdarbûna nava xebatên parastina axa welat erka hemû ciwanan e. ji bo ku em karibin ax û rûmeta xwe biparêzin divê em alîkariya hêzên YPG’ê û YPJ’ê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bikin.”

El-Hemîd di axaftina xwe de destnîşan kir ku wan wekî şervanên Hêzên Erka Xweparastinê li herêma Til Temirê li gelek deveran li rex hêzên YPG’ê û YPJ’ê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku ji 23’yê sibatê ve êrîşî herêmê dikin, şikandine. El-Hemîd di axaftina xwe de wiha got: “Em bi hemû hêza xwe parastina axa xwe û rûmeta xwe dikin, em soz didin şehîdên xwe yên ku bi xwîna xwe efsaneyên dîrokî nivîsandine, em ê riya wan bişopînin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin.”

Şervanê bi navê Îbrahîm Elî jî derbarê berxwedanê de axivî û da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê bi armanca herêmê dagir bikin, êrîş dikin û bi saya şervanên YPG’ê û YPJ’ê hemû êrîşên çeteyan hatin şikandin û ev tişt gotin: “Ji bo ku axa me û rûmeta me bête parastin divê em bi hemû hêza xwe li rex hêzên YPG’ê û YPJ’ê li ber xwe bidin. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku erka xwe ya parastina rewa pêk bînin û herêma xwe ji hovîtiya çeteyan biparêzin.”TEMIR-SERVANEN-ERKA-XWE-PARASTIN-5

Şevanê bi navê Niştîman Izzedîn Sehdûn jî got ku parastina herêmê ji êrîşên çeteyan û dijminên mirovahiyê erka sereke ya ciwanan e û wiha da xuyakirin: “Çeteyên DAIŞ’ê tu carî li heberî berxwedana şervanan tu carî nikarin li ber xwe bidin û serkeftinê dê para gelê herêmê be.”

Şervanên bi navê Eladdîn Mihemed Hesen jî got ku ew ji bo parastina axa xwe ji hemû êrîşan re amade ne û destnîşan kir ku parastina axa welat erka her kesî ye û dê bi hemû hêza xwe nirxên pêkhateyên herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê biparêzin.

Şervanê bi navê Mehmûd Ehmed Şêx Elî jî diyar kir ku ew ê li rex hêzên YPG’ê û YPJ’ê bi hemû hêza xwe parastina axa xwe bikin û wiha got: “Em bi hebûna xwe ya di xendekên berxwedana li dijî çeteyan de li rex şervanên YPG’ê û YPJ’ê serbilind in.”TEMIR-SERVANEN-ERKA-XWE-PARASTIN-3

Elî bang li hemû ciwanan kir ku erka xwe ya parastinê pêk bînin û beşdarî xebatên berxwedana li dijî dijmên mirovahiyê bibin.

Her wiha şevanê Hêzên Erka Xweparastinê Delîl Ebdilxenî jî derbarê berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de axivî û ev tişt gotin: “Em wekî şervanên Hêzên Erka Xweparastinê, ji bo parastina herêmê ji çeteyan em ê bi hemû hêza xwe li rex şervanên YPG’ê û YPJ’ê li ber xwe bidin û misyona xwe bi rêk û pêk bi cih bînin. Çiqas çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe xurt bikin, tu carî moralên me danakevin û ji bo parastina axa welat em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin.”

(jh)

ANHA