ANHA - KOBANÊ– Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Kobanê, li eniya şer berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Lê ji bilî vê berxwedanê, li pişt eniyan têkoşîneke din a dijwar ku wekî eniya duyemîn dikare bê binavkirin jî tê meşandin. Di vê eniyê de hemû pêdiviyên jiyana rojane yên bajar têne bicîhanîn.
Li Kobanê tenê şer û pevçûn nîn in, di heman demê de li pişt eniyên pêş, şerekî din ê dijwar tê meşandin. Ew jî têkoşîna bicîhanîna pêdiviyên rojane yên jiyanî ye. Li vê eniyê jî her roj ji temîra tirimpêlan, bigirin heta tenduristî, karên jinê, amadekarina nan gelek xebat têne meşandin. Têkoşerên li van eniyan dema xebata xwe dimeşînin gelek caran bi êrîşên çeteyan re jî rû bi rû dimînin û heta niha gelekan jiyana xwe ji dest daye.
Pîşesazî:
Yek ji cihên ku karekî zêde lê tê meşandin jî herêma pîşesaziyê ye. Li vê derê 23 kes cihê xwe digirin û xebatek zêde tê meşandin. Têkoşerên li vir hewl didin ku bi derfetên xwe tirimpêlan temîr bikin, pêdiviyên sotemeniyê bi cîh bînin. Lê ew jî gelek caran rastî êrîşên çeteyan hatine di van êrîşan de 2 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.
Kar û xebatên jinê
Beşek ji şervanên eniya duyemin ku di çareserkirina pirsgirêkan û bicîhkirina pêdiviyên gel de cih digirin jî jin in. Ev şervan bi destpêkirina êrîşên çeteyan re, ji bo welatiyan dest bi çêkirina xwarinê kirine. Her wiha xizmeta birîndaran dikin û niha jî her roj bi pirsgirêk û pêdivîyên wan re mijûl dibin.
Tenduristî
Yek ji kozikên herî bingehîn ên eniya paş tenduristî ye. Lewre jî bûye hedefa hawanên çeteyan. Bijîşk li gorî sîstemekê tev digerin, lê dema hejmara nexweşan zêde dibe tevahî dikevin nava tevgerê û bi awayekî hevpar kar dikin. Derfetên wan kêm in, lê bi ruhekî hevaltiyê û li gorî derfetên xwe rojane hewl didin ku li welatiyên nexweş binêrin û dermanan li wan belav bikin.
Amedekirina nan
Nan yek ji pêdiviyên sereke yên rojane ye. Di vî karî de jî gelek kes cihê xwe digirin û rojane nêzî 150 tûrên nan amade dikin û li welatiyan belav dikin. Beriya êrîşên çeteyan ev şervanên li vê kozikê jî her yek xwedî karekî cuda bûye. Têkoşerên ku berê karên wekî ajokarî, boyaxkirin, necar û hwd. bûn, dema şer destpê kiriye di vir de cih girtiye û hewl didin ku erka xwe bicîh bînin.
NESRÎN EBDÎ
(aq)