1 deqîqe xwendin

ENKS û EGRK’ê lihevkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ENKS û EGRK’ê bo rêveberiya demkî ya Rojava lihevkirin

HEWLER - ANF Meclisa Gel a Rojavayê Kurdisanê (EGRK) û Meclisa Netewî a Kurdên Sûriyeyê (ENKS) di mijara avakirina rêveberiyeke demkî ya heta hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê pêk were, lihev kirin.

Meclisa Gela Kurdên Rojava û Meclisa Netewî ya Kurdên Sûriyeyê roja înê li Qamişlo dîsa hatin cem hev û li di mijara avakirina rêveberiyeke demkî ya li Rojava de lihev kirin.

Endamê Lijneya Rêveberiya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku di navbera ENKS û EGRK’ê de heta derengiya şevê li Qamişlo hevdîtin berdewam kirine û di warê avakirina rêveberiyê de lihevkirine.

Xelîl da zanîn ku tu partiyî nedin zorê ku tevli vê rêberiyê bibin û partiyên nexwazin dê tevli nebin. Xelîl diyar kir ku heta niha ji 16 partîyê yekê ne gotiye ku em ji derveyê vê rêveberiyê dimînim û hemû partiyan li hev kir.

Xelîl da zanîn ku ev partî tenê kurdan nahundirîne dê ji gelên Asurî, Suryanî, Kendalî û yên baweriyên cuda tevli bibin.