2 deqîqe xwendin

Erdogan daxuyaniyeke xwe ya derbarê Kobanê de red dike

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJ NEWS

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan berî çend rojan diyar kiribû Kobanê bajarekî Erebane û navê wî li sere û jêre dibêjin, ‘Eyn el-Ereb.’ Piştî çend rojan Erdogan daxuyaniya xwe guherand îdia kir ku wî negotiye Kobanê bajarekî erebane.

Roja 25’ê Cotmehê serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdgan ji welatê Estonya vegeriya û di dema vegerê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Erdogan di daxuyaniya çapemeniyê de derbarê bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê de wiha got: “Ez naxwazim bikevim nav nirxandinên Kobanê yê kurdane yan jî yê erebane. Lê ger tû li rastiya vê binêrî, navê wê li sere û jêre dibêjin, Eyn el-Ereb. Piştre ev navê Kobanê lê kirine.”

Duh hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah jî li hemberî daxuyaniyên Erdogan nerazîbûn nîşan da û got: “Bila her kes sînorê xwe bizanibe. Kobanê her tim bajarekî Kurdan bûye.”

Piştî van daxuyaniyên hevseroka PYD’ê, serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan daxuyaniyek nivîskî derbarê axaftinên xwe de belav kir û gotinên xwe red kir.

Daxuyaniya ku ji aliyê şêwirmendê Erdogan, Lûtfûlah Goktaş ve hatî dayîn de tê îdiakirin ku daxuyaniyên Erdogan ji aliyê çapemeniyê ve hatine berovajîkirin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Daxuyaniyên serokomarê me hatine berovajîkirin. Erdogan negotiye Kobanê bajarê erebane.”