1 deqîqe xwendin

Erdogan ji bo PKK û Kerkûkê diçe

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

BEXDA - Dê cara yekem Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan here serdana paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê. Diyar bû ku di rojeva Erdoganî de PKK û Kerkûk heye.

Hat diyarkirin ku wê Erdogan di rojên duşem û sêşemê de biçe serdana Başûrê Kurdistanê û ev jî dibe yekem car ku serokwezêr Tirk biçe serdana Hewlêrê. Hat diyarkirin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û şandek ji karsazên Tirk bi Erdogan re biçin Hewlêrê. Hat diyarkirin ku rojeva Erdogan dîsa PKK û Kerkûk e.

Şefê Eniya Tikmeman a Iraqê Saadeddîn Arkiç derbarê mijarê de j AFP’ê re axivî û diyar kir ku ew hewl bidin ku Tirkiye lihevnekirina di navbera wan û Kurdan de ya Kerkûkê, Tirkiye çareser bike. Arkiç got; “Yek ji armancên vê serdanê ew e ku, cûdakariya di navbera Tirkmen û Kurdan de were kêmkirin.”

Hat diyarkirin ku wê Erdogan di dema serdana xwe de bi Serokdewlet Celal Telebanî û Serokwezîr Nûrî el Malikî re hevdîtin pêk bîne. Tê diyarkirin ku mijara bingehîn a mijarê PKK û têkiliyên aborî ne.