2 deqîqe xwendin

Erdogan rê li ber Kongreya PKK'ê girt!

MF
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ENQERE (DÎHA) - Hate ragihandin ku piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku li hemberî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî xilas bibe PKK'ê amadekariyên komkirina kongreyê dikir lê piştî daxuyaniyên Erdoganên di demên dawî de yên mutabikata dolmabahçeyê tune hesiband û gotinên "Pirsgirêka kurd tuneye, yên vê dibêjin cudakariyê dikin, cudakar in" dest ji amadekariyên kongreyê hate berdan.

Ji nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundemê Muzaffer Ayata îdîayekî gelek girîng anî ziman. Ayata ê ku zêdehî 20 salan ji doza PKK'ê di girtîgehên Tirkiyeyê de ma û pişt derket derfetên siyasetê li Tirkiyeyê bike nedît çû Ewropa ji Rojnameya Gundemê re nivîsa, PKK'ê amadekariyên komkirina kongreya bêçekbûnê dikir lê li ser daxuyaniyên Erdogan ên di demên dawî de dest ji van xebatan berda.

Ayata di nivîsa xwe de got PKK'ê daxuyaniyên Ocalan ên di 21'ê adarê de dayîn li ber çavan girt û biryara kombûna "Kongreya Bêçekbûnê" girt û xebatên têkildarî vê yêkê de dan destpêkirin lê piştî Erdogan di 20'ê adarê de bi awaeyî sîstematîk dest bi gotinên "Pirsigrêka kurd tuneye. Ez li hemberî mutabakata Dolmabahçe me, li wir maset tuneye, du alî hene gotin welat tunekirin e" rêveberiya PKK'ê ber bi nirxandinekî nû ve bir. Ayata diyar kir ku piştî rêveberiya PKK'ê ji nû ve nirxandin kir biryara dest ji amadekariyên kongreyê berbide girt.

Ayata anî zimanku ligel daxuyaniyên Erdogan rêveberiya AKP'ê ji nû ve Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirt tecrîdê ji bo PKK biryarekî wisa bigire bandor bû û wiha got: "Divê hêzên alîgirên aştî û demokrasiyê bizanin ku Erdogan raste rast konbûna kongreya PKK'ê asteng kir."

(bd)