Fêrgîn Melîk Aykoç li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê Xelatek Wergirt
Nivîskarê malpera AmidaKurd.net, Fêrgîn Melîk Aykoç, ji aliyê Zanîngeha Selahaddîn a Hewlêrê ve, ji ber xebatên xwe yên nivîskariyê, li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê xelatek wergirt.
Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç, doh li Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Frankfurtê, ji Zanîngeha Selahaddîn a Hewlêrê xelatek wergirt. Ev xelat ji bo xebatên wî yên nivîskariyê hatiye dayîn. Aykoç xelatê wekî ”xelata herî bi nirx” binav kir û spasiya Zanîngeha Selahaddîn a li Hewlêrê, li Başûrê Kurdistanê, kir.
Fêrgîn Melîk Aykoç di warê nivîskariyê de bi taybet bi berhemên xwe yên li ser dîrok û romanên dîrokî tê nasîn. Di nav berhemên wî de romanên ”Serwerê Med Aştiyago”, ”Neviyê Aştiyago Gaumada” û ”Jiyar, Keyzadê Mîtanî” cih digirin. Di van berheman de nivîskar hewl daye ku dîroka bi zanebûn bi me dane jibîrkirin û serobinkirin, li ser bingeha daneyên dîrokî û bi nêrîneke objektîf pêşkêşî xwendevanan bike. Li gorî agahiyên hatine dayîn, ev her sê roman di nav xwendevanên Kurd de bertekên gelek erênî wergirtine.
Girîngiya lêkolîna dîrokî di nivîsandina romanê de
Aykoç di gotara xwe ya dawî de jî li ser mijara romana dîrokî rawestiyaye û bi sernavê ”Romana Dîrokî û Hin Rastî”, li ser taybetmendiyên romana dîrokî, girîngiya lêkolînê û berpirsiyariya nivîskaran di pêşkêşkirina rastiyên dîrokî de, nêrînên xwe tîne ziman.
Li gorî nêrîna wî, romana dîrokî divê tenê ji çend bûyerên bihîstî an daneyên bênirxandin pêk neyê; belkî divê li ser lêkolînên berfireh, zanîna paşxana dîrokî û têgihiştina rast a serdema ku bûyer tê de qewimîne, were avakirin. Ew her wiha balê dikişîne ser girîngiya ziman, kesayetî û şert û mercên civakî yên serdemê.
Di gotara xwe de Aykoç mînaka destana ”Memê Alan” dide û dibêje ku di wêjeya Kurdî ya devkî de gelek çîrok û destan hene ku dikarin di çarçoveya romana dîrokî de bêne nirxandin. Aykoç her wiha ”Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî wekî berhemeka girîng a ku di forma mesnewiyê de gelek aliyên jiyana mirovî, kesayetiyan û dijberiyên serdemê vedikole, dinirxîne.
Hişyariya li hember şaşiyên dîrokî
Beşeka din a gotara Aykoç ji rexnekirina hin şaşiyên dîrokî yên ku, li gorî wî, di hin romanên Kurdî de cih girtine, pêk tê. Wî bi taybetî romana ”Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê” ya Mehmet Uzun dike mijara nirxandina xwe û î dibêje; di hin beşên wê de agahiyên girîng ên jiyana Evdalê Zeynikê ne rast hatine pêşkêşkirin.
Aykoç di heman gotarê de balê dikişîne ser berhemên li ser kesayetiyên dîrokî yên Kurd, ên mîna Ehmedê Xanî û Şêx Seîdê Pîranî. Li gorî wî, nivîskarên ku dixwazin li ser van kesayetiyan romanên dîrokî binivîsin, divê berî nivîsandinê li ser jiyana wan, ramana wan, cihên ku tê de jiyane û bûyerên ku beşdarî wan bûne, lêkolînên ji dil û pêbawer bikin.
Di dawiya gotara xwe de, Aykoç girîngiya parastina rastiyên dîrokî û berpirsiyariya nivîskaran a li hemberî bîra dîrokî û çandî ya civakê destnîşan dike. Fêrgîn Melîk Aykoç herwiha bang li nivîskarên ku dixwazin romanên dîrokî binivîsin dike ku, ji bo lêkolînê dem û kedeka mezin bidin, çavkaniyan bixwînin û rastiyên serdemê baş fêr bibin.
Xelata ku Fêrgîn Melîk Aykoç ji Zanîngeha Selahaddîn a Hewlêrê wergirtiye, di heman demê de derfetek e ku xebatên wî yên nivîskariyê û nêrînên wî yên li ser girîngiya lêkolîn û rastiya dîrokî hîn baştir bêne naskirin.
AmidaKurd.net