2 deqîqe xwendin

Fîlmê Press Hemû Xelat Wergirtin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

STENBOL (DÎHA) - 30'emîn Mihrîcana Fîlm a Stenbolê ku ji aliyê Vakfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (İKSV), ve hate organîzekirin, bi galayê û xelatan bi dawî bû. "Xelata Gulnixîn a Zêrîn" îsal dan fîlmê "Mikrofon/Microphone" ku ji aliyê Ahmad Abdalla ê Misirî ve hate amadekirin. Fîmlê Press ku xebata rojnamea Ozgur Gundemê tîne zinan jî xelata Jûriya Taybet û FIPRESCI girt.

30'emîn Mihrîcana Fîlm a Stenbolê ku ji aliyê Vakfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (İKSV), ve hate organîzekirin, li Salona Kongreyê ya Lutfu Kirdar bi galayê û xelatan bi dawî bû. Di bernameya girtinê de Mehmet Alî Alabora pêşkêşî kir. Galaya girtinê bi derketina Şevval Sam dest pê kir. Pişt re merasima xelata hate dayîn. "Xelata Gulnixîn a Zêrîn" îsal dan fîlmê "Mikrofon/Microphone" ku ji aliyê Ahmad Abdalla ê Misirî ve hate amadekirin. Fîmlê Press ku xebata rojnamea Ozgur Gundemê tîne zinan jî xelata Jûriya Taybet û FIPRESCI girt. Di bernameyê de herî zêde fîlmê Press rastî eleqeyek mezin hat. Xelata fîlmê Pres ji aliyê derhêner Sedat Yilmaz ve hate girtin.

(mae)