STENBOL (DÎHA) - Gelên Stenbolê îsal bi coşek gelek mezin li benda pîrozbahiya Newrozê ye. Gelên tatar, çerkez, pomak, kurd, tirk, ermenî, karker û hwd. bi coş û kelecana ku di Newrozê de bi reng û çanda xwe li dora agir govendê bigerînin û daxwazên xwe bînin ziman rojan dijmêrin. Gelên Stenbolê dê îsal bi coşa azadkirina Kobanê Newrozê pîroz bikin. Welatiyê çerkez Mehmet Yucel diyar kir ku wexta Kobanê azad bû wan çawa bi coşeke mezîn pîrozbahî pêk anî, dê bi heman coşê li qada Newrozê bin. Welatiyê ermenî Sayad Tekîr jî destnîşan kir ku di Newroza 2013'an de peyameke Ocalan hatibû xwendin û li bendê ne ku îsal jî peyameke Ocalan di Newroza Amedê de bê xwendin.
Gelên tatar, çerkez, pomak, kurd, tirk, ermenî, karkerên BEDAŞ'ê ye li berxwe didin û hwd. dê di Newroza Stenbolê de li dora agirê Newrozê kom bibin û bi coşa herî mezin Newrozê pîroz bikin. Bi sed hezaran Stenbolî dê bi şiara "Edî bese ji Rêber Apo rê azadî" "Agirê berxwedanê yê ku li Kobanê û Şengalê bilind dibe rojhilata navîn azad dike" Newroza 2015'an pîroz bikin. Amadehiyên Newrozê yên belav, banga li kolanan, banga medya civakî û çapemeniyê didomê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Salahattîn Demîrtaş û Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel dê tevlî Newroza Stenbolê ya zêdiyî 2 mîlyon kes bicivin, bibin.
Gelên tatar, çerkez, kurd û karkerên li berxwe didin û hwd. dê di 22 Adarê de li Qada Kazliçeşmeya Zeytînburnû ya Stenbolê kom bibin û bi agirê herî geş û xweş Newrozê pîroz bikin. Gelên beşdarî pîrozbahiyê bibin, bang li gelan kirin ku agirê Newrozê xurtir û geştir bikin.
'Bila ji 7 salî heta 70 salî tev li coşa Newrozê bibin'
Ji komîteya Newrozê Cemîle Çelîk anî ziman ku pirozbahiyên Newrozê li hemû qadên Stenbolê tê pîrozkirin û wiha got: "Gel îsal bi coşeke mezintir bi hêzeke xurtir Newrozê li qadan pîroz dike." Endama Kongra Jinên Azad (KJA) û endama komîteya amadekar a Newrozê Çelîk, diyar kir ku ew wek KJA'yê xebatên xwe berdewam dikin. Çelîk, destnîşan kir ku ew dê îsal bi dilekî şad agire Newrozê bilind bikin û wiha got: "Bila hemû gel ji 7 salî heta 70 salî bi cilên xwe yên gelêrî bên coşa Newrozê bi me re bijîn" Welatiyê bi navê Îsmaîl Agan yê ji Derya Reş jî axivî û wiha got: "Berxwedana Kobanê ji bo azadiya gelên rojhilata navîn bûye gaveke watedar. Li rojhilata navîn canavarekî bi navê çeteyên DAIŞ'ê derxistin hole. Gele Kobanê jî li dijî vê berxwedaneke bêhampa nişan da. Ji ber vê jî şiara îsal bi watê ye. Her wiha Newroza îsal pir girînge ji ber vê jî ez ê tevlî Newrozê bibim."
'Daxwaza azadiya Ocalan pir girîng û watedar e'
Welatiyê Çerkez Mehmet Yucel jî nerînên xwe yên têkildarî Newrozê anî ziman û diyar kir ku ji Newrozên salên 70'î heta Newroza ku îro pîroz dikin gelek tişt hatinê guhartin û wiha got: "Li Amedê bi mîlyonan kes, li vir jî bi deh hezaran kes tevlî Newrozê dibin. Daxwaza azadiya Ocalan pir girîng û watedara. Divê Ocalan Azad bibê. Ocalan ji bo aştiye muzakerayan pêk tînê. Girtina kesekî ku di vê astedeye bêwatê ye." Yuce herî dawî ev tişt got: "Wexte Kobanê azad bû me ev yek bi coşeke xurt pîroz kir. Em ê bi vê hêviyê û coşê li qadan bin." Welatiyê Pomakê Hamdî Gulên jî li ser dîroka Newrozê rawestiya û destnîşan kir ku cejna gele Pomakan jî wek Newrozê heye, tê pîrozkirin û wiha axivî: "Cejna Pomaka jî di meha Adarê de tê pîrozkirin. Navê wê Babamarka ye. Yanî jina pîr e. Ji bo hatina biharê ev cejn tê pîrozkirin Agîr tê pêxistin. Em jî wek gelê Pomak dê li qadan bin û Newrozê pîroz bikin."
Karkerên berxwedêr jî dê li qadan bin'
Karkere BEDAŞ'ê Murşîd Sepetçî yê 217 rojîn ji bo mafê xwe bistînin li berxwe didin jî anî ziman ku ew ê tevlî newrozê bibin û wiha axivî: "Ez dixwazim agire ku li Şengal û Kobanê hat pêxistin mezin bibê. Em hevî dikin ku agirê li Şengal û Kabanê pêk hat bi agîrê Newrozê re xurtir û geştir bibe."
Welatiyê Tatar Hasan Kaşkir jî destnîşan kir ku Newroz roja li dijî Dehaq'an e wiha got: "Newroz roja xelasbûna gelan e. Azadiya Ocalan û kesên ji bo azadiyê li berxwe didin girîng e." Jina Kurd Naciye Şahîn jî axivî û got: "Ez Newroza gelan û brêz Rêber Apo pîroz dikim, Em dixwazin ku Newroza 2015'an bibê azadiye Ocalan. Daxwaza min ew e ku hemû gel bi rengê xwe tevlî Newroza îsal bibin."
'Newroz Newroza hemû gelan e'
Herî dawî welatiya ermenî Sayad Tekîr jî li ser pevajoya çareseriyê sekini û destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di vê pevojeye de kesekî giring e û wiha direjî da axaftina xwe: "Peyameke Ocalan di Newroza 2013'an de hatibû xwendîn. Dê îsal jî peyameke Ocalan bê xwendin. Belkî hîngî bi rastî jî biharek bê welatê me." Tekîr, daxuyand ku dê bi hemû gelan re li aştiye xwedî derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Newroz ne Newroza tenê ya gelê ermenî, kurda e. Newroz Newroz hemû gelan e. Ji bo em kurd, tirk, ermenî, çerkez û hwd. bi hev re govendê bigrin û stranên xwe bejin dê li qada Newrozê bin."
(sde/mae)