2 deqîqe xwendin

Gel Qada Îstasyonê kir qada serkeftinê

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

AMED (DÎHA) - Qada Îstasyonê ku HDP'ê mîtînga mezin lê pêk anî û êrîşên bombeyî pêk hatin, piştî serkeftina HDP'ê wekî qada ku êşên mezin vedigerîne serkeftinên mezin tê dîtin. Li qada ku 3 kesan jiyana xwe ji dest da, gel bi rojan in diçin li wir şahiyê pêk tînin û gul, beybûn, qurnefilan davêjin wir û zîvirandin abîdeya xwezayî.

Di 5'ê hezîranê de HDP'ê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi tevlêbûna sed hezaran mîtînga herî mezin pêk anî. Di mîtîngê de êrîşa bombeyî pêk hat û di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 402 kes jî birîndar bûn. Piştî vê bûyerê her roj bi sedan welatiyên Amedê diçin qada ku teqîn lê pêk hat û 3 kesan jiyana xwe lê ji dest dan ziyaret dikin. Welatiyên Amedê bi gul, qurenfil û beybûnan diçin qadê ziyared dikin û diyar dikin ku qada êşê kirine qada sereftinê. Amed ji bo kurdan wekî bajarekî qada têkoşîna azadiyê tê zanîn li nasnameya xwe û mafê xwe xwedi derdikevin.

Qadên Deriyê Çiyê, Parka Koşuyolu û Îstasyonê êdî ji bo gelê kurd û Amedê wekî qadên êşê û serekftinê tên zanîn.

Gelê kurd gelek caran rastî êrîşên mezin û komkujiyan pêk hatine. Ji ber vê yekê li ser her bihostek axa Kurdistanê êşên mezin hene. Li qada Deriyê Çiyê komkujiya Şeyh Saît, li Parka Koşuyolu ku 10 kesan lê jiyana xwe ji dest da û herî dawî li Qada Îstasyonê ku di êrîşa bombeyî de 3 kesan jiyana xwe ji dest da wekî qadên êş û serekftinê tên zanîn.

Heri dawî di 5'ê Hezîranê de HDP'ê li Qada Îstasyonê mîtîng pêk anî û êrîşên bombeyî pêk hatibun. Di vê teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 16 jê giran bi giştî 402 kes bi giranî birîndar bûbûn. Piştî vê bûyerê her roj bi sedan welatî diçin qadê ziyaret dikin û vegerandin abîdeya xwezayî. Gelê ku vir ziyaret dikin wekî daqa serkeftinê bi nav dikin 4 rojin gel bi gerseyî diçin vê qadê ziyaret dikin û wekî bîrdariya serkeftinê bi nav dikin.

(mae)