1 deqîqe xwendin

Gelek mal û kargeh li Nisêbînê hatin şewtandin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

MÊRDÎN – Êrîşên hêzên dewleta tirk ên li dijî navçeya Nisêbînê dewam dikin. Di encama van êrîşan gelek mal û kargeh hatin şewtandin û dûman bi ser navçeyê dikeve.

Li Nisêbîna Mêrdînê ev 48 roj e qedexeya derketina kolanan didome. Li taxên Firat, Abdûlkadîrpaşa, Zeynelabîdîn, Dîcle, Kişla û Yenîşehîrê bi awayekî dijwar tên bombebarankirin. Bi tank û topên li ser Kolana Îpekê, sînorê Qamişlo-Nisêbînê, nemaze bi yên li ser Kolana Îpekê û li derdora Lîseya Emîre Goze tax tên gulebaran kirin.

Bi bersivdayîna endamên YPS/YPS-JIN’ê pevçûn dijwar bûn û heta derengê şevê dom kirin. Gelek avahiyên li taxên Kişla û Kanîka (Zeynelabîdîn) ji ber bombebaranê texrîb bûn. Her wiha gelek avahî û kargehên li cem Xeraca Qoserê ya kevn, Pira Ahmet Kaya û Sûka Qaçaxçiyan jî hatin rûxandin û şewitandin.