2 deqîqe xwendin

... GER EM DIXWAZIN, WEK NET’EW HEBIN

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

 Ji bo bîranîna dotên gelê k’urd ên p’akr’ewan / Ezîzê Cewo

Ji bo bîranîna dotên gelê k’urd ên p’akr’ewan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemezê...

 ...Em soz didim we: emê hîç negirîm, 

emê ser we da t’u nelûvînin û şîna şewat li ser we nekin... 

Her yekê me wê yekkevir hilde, 

bike navbera xwe û dilê xwe - 

şûna r’ondikan! 

Û her yekê me wê j‘ber dilê xwe li şûna wana gulekê derxe… 

dayne ser kêlîya bîranîna we… 

Û emê r’abin – 

qelfe bi qelfe û r’ef bi r’ef emê dû we bimeşin... 

Hûn baş bizanbin!… 

Û bila dijminê me jî bizanbe! 

Ew berik, 

ên ku wan jendine we, 

bi wan berikan mirna xwe anîn... 

Wan bi xwe gotin, 

ku d‘cîhanê da cîyê wan nemaye … 

Ev bû dawîya wan û destpêkek nû... 

Ew hersê berik wê bibin hezar û l‘awn veger’in! 

…………………. 

…Û emê negrîn û emê şîna şewat hîç nekin! 

Emê t’ilîyên xwe bicivînin hev, 

wan bikine k’ulm, 

berbi asmîn kin… 

Emê bibine yek 

Û bi yek dengî soza xwe bidin: 

– Tola we emê bi xwe hilînin! 

– Bi dilzoîya xwe, 

bi yekîtîya xwe 

û bi bir’yara, 

ku wê doza we bibbine sêrî… 

Û her eva ye mercê hebûnê, 

ger em dixwazin wek net’ew hebin!

Ezîz ê Cewo 12. 01. 2013