1 deqîqe xwendin

Gerîlayan danê vê sibehê li Colemêrgê lê dan: Şer dewam dike

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Gerîlayên HPG'ê danê vê sibehê, li gelek herêmên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê, li hemberî gir û nuqteyên artêşa Tirk lê bi cih bûne çalakî pêk anîn

BEHDÎNAN - ANF Li hemberî leşkerên Tirk ên li gelek herêmên navçeyên Şemzînan û Geverê bi cih bûne, gerîlayên HPG'ê danê sibehê saet di 04:00 de çalakiyeke berfireh pêk anîn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şer li herêmên Xapuşkê, Oremar, Şehîd Rahîme, Şehîd Gafûr, Şehîd Zerdeşt, Grana û Mêrgê dewam dike.

Hat ragihandin, balafirên şer ên artêşa Tirk jî bombeyan li heremê dibarînin.

Der barê şerê li vê herêmê de HPG'ê hê daxuyaniyek nedaye.