Li Herêma Fedaral a Kurdistanê rêxistina Goran di malpera fermî ya înternetê “sbeıy.com” de daxuyanîyek da û daxwaza feskirina hikûmet û parlementoya herêma kurdistan kir.
Li Herêma Fedaral a Kurdistanê rêxistina Goran di malpera fermî ya înternetê “sbeıy.com” de daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê de daxwaza îstîfaya hikûmetê û feskrina parlementoyê kir û xwest ji nûve hikûmet bê avakirin. Rêxistina goran di malperê de wiha got: "Em dixwazin hikûmeta YNK û PDK'ê îstîfa bike û parlementoya herêmêye ji nûve bê avakirin. Em dixwazin di nava 3 mehan de hikûmet îstifa bike û ji nûve hilbijardin pêk bê." Di berdewama daxuyaniyê de hati diyarkirin ku hikûmetê tirs xistiye dilê gel û wiha domand: "Di asta navneteweyî de hemû dewlet pêşwaziya guhertinên demoktasiyê dikin. Em li Kurdistan weke rêxistina Goran daxwaza demokrasiyê dikin. Her wiha hikûmetê ji bo daxwaz û xizmeta gel tu gavên erênî neavêtiye. Dîsa ji bo demokrasiyê jî tu gavên erênî neavêtiye. Bêdadî û tirs xistiye nava gel."
Goran, di daxuyaniyê de, daxwazên xwe wiha rêz kir:
"* Divê PDK û YNK, mudaxeleya hikûmet, parlamento, dadgeh, asayiş û hêzên pêşmerge nekin.
* Divê Asayiş, Zanyarî, Parastin û Pêşmerge, mudaxeleya karên siyasî, çalakiyên cemawerî nekin. Berpirsên van dezgehan jî, bêalî bin.
* Divê hikûmeta niha ya PDK û YNKê îstîfa bike û hikûmetek nû ya demî û bêalî bê avakirin.
* Divê parlamento bê fesihkirin.
* Birêveçûna hilbijartinek paqij ku ji 3 mehan zêdetir nebe.
* Vegerandina mal û mulkên hikûmet û gel ji aliyê partiyan û karbidestan ve.
* Reşkirina pêşnûmeya destûra herêmê û hemû ew yasayên ku pêwendî bi rêveberiyê ve hene."
Her wiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên jî bersiva daxuyanîyê da û wiha got: “Goran ne li gorî zagonan daxwaza gohertina perlemento û hikumetê kiriye. Divê guhertin bi hilbijartinê pêk bê.
Hisên, diyar kir ku ji ber daxuyaniya tevgera Goran, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dê sibê ligel hemû partî û aliyên siyasî bicive.
DÎHA
(at/mae)